23 februari 2023

Werin em vî dengbêjê hêja nas bikin

Ez do di Facebookê da rastî kilama dengbêjekî pir hêja hatim. Dostê minê hêja Abûqat Mehmet Guzeler di Youtubê da sitrana dengbêjekî swêregî belav kiriye. Navê wî Qoçoyê Resûl e. Cara pêşîye ez navê vî dengbêjê hêja dibihîzim.
Haydar Diljen ew baş bi me daye naskirin.

Fermo ji dengê Qoçoyê Resûl li kilama Cembelîyê Mîrê Hekarî û Binefşa Narîn gudarî bikin.

Ev meqamê herêma Fertêt û  Berferatîya ye.

Ev meqam ji Semsûrê bigire hetanî bi Rihayê, Sirûcê, Kobanê û Efrînê meqamekî pir taybet û xweş e.

Dengbêjên berferatî kilama Memê Alan û Cembelîyê Mîrê Hekarî û Binefşa Narîn pir xweş dibêjin.

Vîdeoya sitranê Mehmet Guzeler di malepera xwe ya Faecebokê da belav kiriye. Gotiye Qoçoyê Resûl siwêregî ye û di sala 1990î da wefat kiriye.

Lê devoka wî naşibe ya Siwêregê. Ji devoka Siwêregê bêtir, dişibe devoka Rihayê, Hîlwanê, Sirûcê, herêma Ferêt. Kane Semsûrî be jî.

Lema jî min got belkî ne swêregî be. 

Lê dûra Haydar Diljen li ser vî dengbêjî hêja agahiyek pir hêja daye, gotiye ” Qoçoyê Resûl ji Sêwregê ji Gundê Alanî ye. Alan gundekî li ser çîyê nêzî Bûcêx e. Şênîyê gund hemî dimilî (zaza) ne û wek bûcaxî tên hesibandin.”

Ez şiroveya Haydar Diljen bi temamî dixim binê nivîsa xwe. Çimkî agahiyên dane muhîm in, bira ew jî werin parastin.

Cara pêşî ye ez vî camêrî dibijîzim.
Hêvî dikim Mehmet Guzeler ya jî hinekên din hin kasêtên wî yên din jî bibînin û biweşînin.

Haydar Diljen:
” Qoçoyê Resûl ji Sêwregê ji Gundê Alanî ye. Alan gundekî li ser çîyê nêzî Bûcêx e. Şênîyê gund hemî dimilî (zaza) ne û wek bûcaxî tên hesibandin. Gundê Alanî esas di navbera herêma Bucêx, Kirwar û Babê de ye. Mala me jî berê li gundê Alanî bû. Dema ku ez biçûk bûm, Qoço dihat oda me û distra. Ew dostekî bavê min yê nêzîk bû. Ew bixwe dimilî bû lê bi kurmancî distra. Bi dimilî ji wî re digotin "Qoçê Resûl.

Paşê wî mala xwe bar kir û bir Sêwregê û di taxa "Ordûyê" de bi cih bû.

Wî zûve ye ku wefat kirîye.

Dema ku ez li Amedê xwendekar bûm, ez demekê di xanîyê xwendekaran (Yuksek Ogrenim Ogrenci Yurdu) de mam. Hingê kurê wî mudûrê mala xwendekaran bû.”

Ji bo van agahiyên giranbiha mala Haydar Diljen ava be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE