22 februari 2023

Hackarên sûdanî hackarên Tirkiyê derketin

Çendakî berê çeteyên kompîtoran(hackaran, korsanên kompîtoran) êrîşî çend melperên Swêd yên dewletê kirin, malper çend rojan xera kirin. Çeteyan navê xwe kiribûn ”Hackarên Sûdanî...”

Xwedêgiravî ji bo ku li Swêd Quran hatibû şewitandin wan jî bi vî hawî heyfa xwe ji Swêd digirt.

Min çer xeber xwend, min ji xanimê ra got ”Hackarên Sûdanî” vir e, ev îşê MÎTa Tirkiyê ye, miheqeq Tirkiye li pişt vî karî ye.
Tirkiye êdî bûye welatê çeteyên her karî.

Do ne pêr berpirsiyara Microsoftê  ya ewlekariyê Sandra Barouta Elvin got, ”çeteyên tirk û rûs bi hev ra êrîşî întereseyên Swêd kirine.
Di heqê peywendiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê da em dibînin hevkariyek çêbûye, ji ber ku ev çalakiyên pir bi koordîne ne."

Yanî texmîna min rast derket. Korsanên Tirkiyê hack kirine, lê ya ji bo ku baş ji heq derneketine ji Rûsyayê alîkarî xwestine, ya jî ji bo ku şopê ji ser xwe wenda bikin mexsûs rûs jî tevî êrîşê kirine.

Eynî gurûbê îro jî hin malperên Danîmarkayê hack kirine. Ew jî çeteyên Tirkiyê ne, bi emrê MÎTê vî karî dikin.

Tirkiye êdî ne dewleteke normal e, bûye wek dewleteke çete, rêbir, ji bo pera qezenc bike her xerabiyê, her bêqanûnîyê dike.
Bi hezaran serok û terorîstên îslamî, yên Daîşê li Tirkiyê kom bûne.
Ji her welatê Ewrûpayê bi sedan çete û mafya li Tirkiyê bi cî bûne.
Tirkiye bûye merkez û hêlîna qaçaxçîtiya her tiştî, ya însên, ya sipîkirina perê reş û ya gelek tiştên din.

Lema jî zêde ne ecêb e hackareyên êrîşê malperên Swêd û Danîmarkayê kirine tirk bin, berlkî pera jî dixwazin. Lê medyayê hetanî nuha qala tiştekî wiha nekiriye.

Çawa ku dewlet li Tirkiyê Gurên Boz û faşîstên din ji bo ku êrîşî kurdan bikin xwedî dikin, piştgiriyê dide wan, çavên xw eji êrîşên wan ra digrin, hackaran jî wek wan ûerwerde û xwedî dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE