22 februari 2023

Kobanê-xewna azadiyê

Min û xanimê şeva çûnî di telewîzyona swêdî, di kanala 2a da li belgefîlma ”Dox: Kobanê - xewna azadiyê” temaşe kir.

Dokumentereke pir baş bû. Li ser egîdî û canfîdayîya xelkê kobanê, hezkirina ji bajarê xwe, ji axa xwe bû.

Du xortên ji kobanî Jenkîdar û Husên fîlm çêkirine. Herdu jî kobanî ne. Berî Daîş êrîşî Kobanê bike herdu li Bêrûdî xwendevan bûne, li wir hevdu nas dikin û bi hev ra diherin Kobanê. Li Kobanê şer dest pê dike. Narevin, li bajêr dimînin, bi kamareya xwe liberxwedanê taqîb dikin.

Kamareyek biçûk bi wan ra heye, bi wê kamara xwe ya biçûk liberxwedana Kobanê, canfîdayiya keç û lawên kobanî dikin belgefîlmeke tarîxî.

Malbat, nas, dost, hevalên wan yek bi yek şehîd dikevin. Daîş Kobanê dixe bin hesarê. Bajar gav û saet bi bin êgir da ye. Tirkiye nahêle kes here alîkarîya Kobanê û alîkariyê bibe ji şervanên kurd ra.

Di dawiyê da xelkê siwîl ji bajêr derdixin, şerê sîng bi sîng, şerê kuçe û kolanan dest pê dike. Êdî ew jî nikanin li bajêr bimînin, wek gelek kesên din, ew jî bajêr diterikînin û dûra tên Ewrûpayê.
Karekî pir baş kirine, beşekî pir biçûk be jî liberxwedana Kobanê kirine belgeyek nemir û tarîxî. Mala wan ava be.

Fîlm Manal Masrî di sala 2022a da çêkiriye.

Navê fîlm bi swêdî: Dox: Kobane - drömmen om frihet

XXX

Em nuha bi dijminên xwe, bi dagirkerên xwe nikanin, ev rast e. Pênekanîn ne eyb e, mimkûn e meriv bi yekî nikanibe. Lê jibîrkirin û qebûlkirina dagirkeriyê, zulmê, qetlê eyb e, bêxîretîyeke mezin e. Dibê em zulm û heqareta Tirkiye li me dike jibîrnekin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE