21 februari 2023

Dagirkerên welatê we tu carî nabin dostên we

Roja erdheja Mereşê ya pêşî Kurdistana Federe hêzeke mezin a rizgarkirinê, gelek tuxtor, ambolans û gelek wasiteyên xebatê şandin hawara Tirkiyê.

Çend rojan piştî erdhejê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû serdana Hatayê, xemgînî û dilsoziya xwe nîşanî Tirkiyê, tirk û kurdên mexdûrên erdhejê da.

Yanî kurdên başûr, hukûemta Kurdistana Federe, Weqfa Barzanî roja pêşî ya erdhejê hemû hêz û îmkanên xwe seferber kirin, çûn gazî û hawara Tirkiyê û gelê xwe.

Li gel vê camêrî û çêyiya kurdan jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu di vîdeoya xwe ya sipasdariyê da ji kurdan ra negot mala we ava be; bi zimanê her welatî sipasî wan kir, tenê sipasî kurdan nekir, tenê navê kurdan, navê Weqfa Barzanî û Kurdistana Federe neda.

Yanî mêrik ji kurdan ra got hûn dijmin in, hûn çi çêyiyê bi me bikin jî em sipasî we nakin.

Min berê jî got, ev şêla Çavuşoglu û tirkan ji bo min ne ecêb be, ez zanim ew ji kurdan nefret dikin. 

Erê tiştê Çavuşoglu kiriye ne însanî ye, irqçîtiyeke mezin e, lê dîsa jî ez ji Çavuşoglu tu gazinê nakim. 

Gazina min ji kurda ye.

Bi sedhezaran kurdên bi AKPê ra hene, hetanî nuha yek kurdekî bi xîret, bi şexsîyet ev şêla Çavuşoglu û hukûmet awî protesto nekir, yek kurd ji AKPê veneqatiya.

Meriv kurd be, li hemberî miletê xwe irqçîtiyeke hewqasî mezin bibîne û dengê xwe neke rûreşiyeke mezin e, dibê meriv hewqasî jî hustuyê xwe xwar neke, hewqasî jî ne bêşexsîyet be. Dibê yekî biwêrîbûya du gotin ji Çavuşoglu ra bigota.

Bi baweriya min li hemberî vê irqçîtiya Çavuşoglu serokê Weqfa Barzanî û serokê hukûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bêdeng nemana, dibê çend gotinên wan jî ji Çavuşoglu ra heba.

Lê hetanî nuha ne kurdekî AKPê û zilamê Erdogan tiştek ji Çavuşoglu ra got, ne jî berpirsekî weqfa Barzanî û hukûmeta Kurdistana Federe.

Gava yek li hemberî meriv bêedebiyê dike, bi meriv ra bêbextiyê dike dibê meriv bêdeng nemîne, bersîveke heq kiriye bide kesê nîşadperest û neînsan.

Bêdengîya hukûmeta Kurdistana Federe û Weqfa Barzanî ne rast e, dibê ev nemirovî, ev qebetî, ev irqçîtiya û neyartiya wî ya bi kurdan ra bidana ruyê wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE