21 februari 2023

Tofana hatiye serê me pir mezin e !

Ednan Firat Bayar li ser malwêraniyên tofana erdhejê bûye sebeb gotiye:

”Êdî bajarekî bi navê Adiyamanê(Semsûrê), Mereşê, Hatayê, Elbîstanê, Golbaşiyê, Doganhîsarê tune ye. Bi dehan qeza û bi sedan, belkî jî bi hezaran gund tune ne êdî. Ya giş hilweşiyan, ya jî ewê werin hilweşandin.”

Gurrûzî digre canê meriv, aqilê mezin disekine, bi dehan bajar bi erdê ra tep û dûz bûne.

Ev tofana mezin ne bes bû do êvarî li Hatayê erdhejeke din çê bû, bi pîvana Rîxterê pileya wê 6.4 bûye. Tesîra wê hetanî Diyarbekrê, Mêrdînê, Mêrsînê û Kurdistana Rojava çêbûye. 

Dîsa gelek xanî hulşiyane û li Hatayê 3-4 kes mirine. Pispor, jeolog dibêjin ev erdhejeke nuh e, yeka dûmahika yên berê ye.

Dîsa panîk çêbûye, her kes reviyaye derve. Yanî berdewamiya erdhejê milet perîşan kiriye, kes newêre here mala xwe, kes newêre di hunduran da rakeve. Felaketeke mezin e lê meriv nikane tiştekî jî bike…

Tiştê xerab pisporên erdhejê dibêjin erd hîn baş bi cî nebûye, belkî hin erdhejên din jî bibin.

Ez werim ser gotin û muşahadeyên Ednan Firat Bayar.

Ednan Firat Bayar merivekî zana û û cidî ye, gotineke wiha bêyî delîl û bingeh nabêje. Bajarên navên wan dane miheqeq çûye giş yek bi yek dîtiye.

Heger li wan herêman negeriya, felaketa çêbûye bi çavên xwe nedîta ev tabloya reşbîn ranedixist ber çavên me.

Bi qasî ez zanim camêr û hevalên xwe ji roja pêşî da ye li herêmên erdhejê di nav milet û xebatê da bûn, alîkariya xelkê mexdûr dikirin. Lema jî tabloya Ednan Firat raxistiye ber çava ewê rast be, ne mezinkirine bêbingeh e.

Nufûsa Hatayê li dora 500 hezarî ye, ya Mereşê 1.200 hezar e, ya Semsûrê(Adiyamanê) 635 hezar e. Bi gund û qeza û nehiyên wan va herî kêm dike 5-6 milyon.

Hewqas însan ewê bi ku da herin, berê xwe bidin ku, çawa debara xwe bikin gelşeke pir mezin e, ewê salan bajo.

Li der û li hundur gelek pere ji bo mexdûrên erdhejê hat topkirin, perakî pir mezin e. Lê ez bawer nakim ev pere, alîkariya ji felaketzadeyên erdhejê ra hatiye şandin raste rast, bi saxlemî bigihîje wan.

Bi texmîna min wek hertim dîsa ji deve ewê guh negihîje mexdûrên erdhejê, piranî ewê zilam û çeteyên hukûmetê li hev par bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE