20 februari 2023

Coxrafya me jî li me hatiye xezebê

Bi rastî jî em kurd miletekî pir bêşans û bextreş in. Bindestiya me, çarperçetiya me, çar dewletên dijmin yên wek zebelihan ne bes e, xweza jî, coxrafiya me jî li me hatiye xezebê.

Ev tu hefte ne nîvê welatê me bûye hêlkan, bi milyonan însan di halekî perîşan da ne.
Erdhej çawa 14 rojan dom bike?
Bîstek berê dîsa erdhejeke bi şîdeta 6.4 çê bûye.
Dibêjin merkes Hatay e, lê hetanî Amedê, Mêrdînê jî tesîra xwe nîşan da ye. Hêvî dikim zirareke canî çênebûbe

XXX
Ji bo ku medyaya tirk, hukûmeta Tirkiyê sipasî tîmên Kurdistana Federe nekiriye, navê Kurdistanê negirtine devên xwe hin kurd xeyalşikestî bûne.
Lê ne ev tenê, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu, di Twîtterê da li ser alîkariyên erdhejê vîdeoyeke sipasdariyê belav kiriye.
Di vîdeoyê da bi navên welatan ra, bi zimanê her welatê di erdhejê da çûye alîkariya Tirkiyê sipas kiriye, gotiye mala we ava be.
Lê ne navê Kurdistana Federe gotiye, ne jî bi kurdî sipasî hukûmeta Kurdistanê kiriye.

Lema jî hin kurd ji hukûmetê gazinan dikin, dibêjin hewqas bêûjsanî û bêwefayî jî nabe.
Helbet tiştê berpirsiyarên Tirkiyê kirine ne karê merivên medenî ye, neyartiyeke pir cilq, xav û qebe ye.

Lê dibê meriv hêviyeke wiha ji hukûmeta Tirkiyê, ji medyaya tirk neke. Yên li bende tiştekî wiha ne şaş in, neheq in.

Hukûmeta AKPê, wezîrên wê, medyaya tirk neyarên miletê kurd in, hêzên dagirker in, çima ewê sipasî wan bikin?

Neyarên meriv, dagirkerên welatê meriv pesnê meriv nadin. Heger bidin ne normal e. 

Hûn çi çêyiyî bi tirkan bikin jî tirk "sipasî" we nakin. Tirk di vî warî da bi îstîkrar in, dijminatiya xwe ya bi kurdan ra tu carî venaşêrin.

Serokê Tirkiyê, wezîrên Tirkiyê tu carî Kurdistana Federe nas nekirine û navê wê jî hilnedane.

Meriv welatê nas neke, dijminatiya azadî û serxwebûna miletê wî bike, sipasîya çêyiya wî jî nake. Tirkan jî ew kiriye, gotine hûn çi bikin jî hûn dijminên me ne, em sipasî dijminê xwe nakin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE