20 februari 2023

Bext kela mêra ye

Ji bo însên bext(ûjdan, camêrî, wefadarî) pir muhîm e, di her şert û mercî da dibê meriv bextê xwe bihefidîne, li tu kesî bêbextiyê neke.

Bext kela mêra ye, mêrê çê li kesî bêbextiyê nake. Dibê meriv bext nede bi text, neke xizmeta îdeolojiyê û siyasetê.

Ji bo tu tiştî, ji bo tu kesî, ji bo tu îdeolojiyê û siyasetê bextê xwe navêje, bextreşiyê li kesî neke.

Roja we dît hevalê we bêbextî li dijminê xwe jî kir, dev ji hevaltiya wî berdin, bizanibin rojekê ewê li we jî bêbextiyê bike.

Mebin hevalê bêbextan. Hevalê bêbext ne dîwarekî saxlem e meriv pişta xwe bispêrê, wek şeşderbeke xerabe ye, roja lazimiyê naxebite.


XXX

Îro li Stockholmê berf e, sar e. Hewa gelkî ne xweş e. Meriv naxwaze serê xwe ji hundur derxîne.

Ez hêvî dikim li herêmên erdhejê jî ne sar û serma û berf be. Ji şansê xerab ra îsal Meraş û Semsûr sar e, berf jî zêde barîye. Kesên di çandiran da nuha perîşan in. Bi milyonan însan bêxanî, li çolan in. Trajedî mezin e, birîn pir kûr e.

XXX

Li Hatayê ji bo her zarokekî di erdhejê(zelzeleyê)da miriye balonek danîne ser xerabeyên(kavilên)li erdhejê. Ne gulek, ne dilekî perçebûyî, balonek danîne ser kavilên bi dehan zarok di bin wan da mirin.

Tu dibêjî belkî di nava wan kavilan da şahiyek heye, balon jî sembola şahiyê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE