Di vê tofan û bobelata mezin da miletê kurd, partî, dezgeh û komeleyên wan, feqîran, zengînan yanî her kesî li gorî îmkanên xwe alîkarî û piştgiriyeke mezin, bêemsal bi mexdûrên erhejê ra kir, hîn jî dikin.
Bi hezaran kesî deriyên malên xwe, ciyên karên xwe, fabrîqeyên xwe ji kesên motaj ra vekirin. Kurd wek milet seferber bûn, çûn gazî û hawara birayên xwe.
Di vê roja teng da ev piştgirî û alîkariya kurdan ya bi hev ra hêjayî teqdîrê û pesnê ye. Di rojên wiha da kî dost e, kî dijmin e baş ji hev tê gerandin.
Miletê kurd di vê erdheja mezin da ev yek baş dît.
Dibêjin musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e.
Hêvî dikim ev afeta mezin kurdên di xew da şiyar bike, bîne ser riya netewî.
Ruhê netewî bi wan ra xurttir bike.
Di medyaya sosyal da her roj, gav û saetê meriv trajediyên nuh dibihîze. Her trajediyek kezeba meriv peçe dike. Ji hin malbatan kes xelas nebûye. Ji hinekan yek, ji hinekan zarokek tenê.
Li gorî beyanên berpirsiyaran zarokên sêwî mane li dora 300 hebî ne. Hinekên wan tê zanîn zarokên kê ne, lê hinek jî nayê zanîn.
Ev bi xwe trajediyeke pir mezin e. Gelek malbatên kurd dixwazin wan zarokan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar