19 februari 2023

Ez vî heqê xwe li te helal nakim

Mêrikê bazirgan bi salan bi deva(arwana) xwe bar kişandiye, her kar û barê xwe pê kiriye. Sal û zeman derbas bûye, deve pîr bûye, ji hêz da ketiye, ketiye ber desta, êdî kar jê nehatiye. Fêm kiriye rojên xwe yên dawî dijî, êdî li ber mirinê ye, gotiye:

-Va ye ez li ber mirinê me, hela herin ban xwediyê min kin, bira were em heqê xwe li hevdu hela bikin.

Çûne ji xwediyê devê(hêştirê) ra gotine, hal mesele ev e, arwana me li ber mirinê ye, dixwaze hûn heqê xwe li hev helal bikin.
Xwediyê devê gotiye:

-Hela hela, çi heqê wê li min heye?
Wiha gotiye lê dîsa jî meraq kiriye, rabûye çûye ba devê. Jê ra gotiye:
-Ma çi heqê te li min heye?
Devê(arwanê) serê xwe leqandiye, keserek kûr kişandiye, gotiye:
-Wer mebêje ! Te tim barê giran, barê ne li gorî hêza min bû li min dikir.
Ez vî heqê xwe li te helal dikim.
Ya duduya, te êm tim kêm dida min, te tu carî zikê min baş têr nedikir, te ez nîvbirçî dihîştim.
Ez vî heqê xwe jî li te helal dikim.
Dema em diçûn derekê ji bo ku ez zû bimeşim, tu bi daran bi min diket, min riya sê çar rojan di du rojan da diqedand. Te nedihîşt ez bîna xwe bigirim.
Ez vî heqê xwe jî li te helal dikim.
-Torimek ji min ra çêbûbû, te nehîşt mezin bibe, te ew ji mîvanên xwe ra şerjê kir û ji xwe ra kir serbilindî.
Ez vî heqê xwe jî li te helal dikim.
Te her sal bi êşandineke mezin pûrta min ji min dirûçikand, ji xwe ra dikir qazax, gore, kum, te dikir balgî û dida ber serê xwe.
Ez vî heqê xwe jî li te xweş helal dikim.

Lê heqekî min heye, ez wî heqê xwe ebeden li te helal nekim.

Roja mahşerê ezê bi gewriya te bigirim û hesabê vê neheqiya

te ji te bipirsim.

Mêrik matmayî maye, bi meraqek mezin ji deve pirsîye:

-Wele min fêm nekir, çi heqê te li ser min heye?

Arwanê(devê)kesereke kûr kişandiye, bi ruyekî xemgîn gotiye:

-Ezê nuha ji te ra bibêjim. Di her seferê da min zanîbû kîjan rê 

herî kin û herî xweş e.

Barê herî giran jî tim li min bû, lê dîsa jî te hefsarê min bi kerê 

ve girê dida, te ker dikir rêberê min.

A ez vî heqê xwe tu carî li te hela nakim.

2 kommentarer:

  1. Silav û rêz
    Ji bajarê sar silavên germ ji bo te rêdikim. Ez ji bo peyvek ku di vî nivîsê de gelek tê bikaranîn te aciz dikim. Ew peyva bi tirkî "deve" bi kurdî em dibêjin "hêştir". Bala min kêşa te di vî nivîsê de îcar nenivîsîye. Gelo sedem çiye? Li herêma we nayê bikaranîn an jî yên ku gelek kurdî nizanin fêmbikin.
    Di gel qehwe û qulîçeya xwe ya xweş be.

    SvaraRadera
  2. Silava te ser çavê min
    Navê "hêştir"ê li Wêranşarê nayê bikaranîn, em dibêjin deve. Deve navekî moxolî-tirkî ye, lê em jî dibêjin deve.
    Wek nav em dibêjin deve, lê ji yê nêr ra em dibêjin lok, ji ya mê ra dibêjin arwane, ji devê nêr yê du salî ra dibêjin cidan û ji yê biçûk ra ra jî dibêjin torim. Torim him nêr e, him mê ye. Wek kahr, berx, golik.
    Belkî hin navên din jî hebin nuha nayê bîra min.
    Hêştir bi kurdî ye, ezê têxim nav parantêzê.

    SvaraRadera

PARVE BIKE