09 september 2022

Em pê xemgîn dibin lê tiştekî cidî nakin

Mamosteyê kurdî yê Zanîngeha Mêrdînê Kenanê Nado di twîtta xe da gotiye, ew li Mêrdînê di tirimbêlekê da ye, 6-7 zarokên din jî tê da ne. Zarok giş bi hev ra bi tirkî dipeyivin. Qey mînîbûs bûye.

Dema zimanê zarokan bibe tirkî, kurdî ketiye ber sikratê, êdî li ber xwe dide, hindik maye teslîm bibe.

Bi îhrîmaleke mezin dê û bavên wan zarokan jî kesên welatparêz in, lê zimanê wan tirkî ye.

Ev yek ne mexsûsî Mêrdînê tenê ye, çend qeza, nehîye ne tê da li bajarên Kurdistanê gişan wiha ye, kurmancî, zazakî mirî ye, herî kêm ji sedî 90ê kurdan dev ji kurdî berdan e, tirkî kirine zimanê xwe.

Tirkî jî ewê milet hêdî hêdî bihelîne, bike tirk. Dawiya vê rewşê ev e, her kes viya baş zane.

Ji bo ku meriv rê li ber vê felaketê bigre dibê meriv tirkî ji mala xwe biqewitîne, bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurmancî, zazakî bipeyive.

Siyasetmedar, kesên welatparêz, kesên naxwazin asîmîle bibin û dûra bibin tirk dibê pêşengiya vê tevgerê bikin.

Tirkî ji xwe dûr xin, bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurmancî, zazakî bipeyivin. Kesên kanibin viya bikin lê nakin ne li dijî asîmîlasyonê ne, ne li dijî tirkbûnê ne.

XXX
Nasekî min di Twîtterê da gotiye çaxa ez bi tirkî dinivîsînim ez ferq dikim bê dilê hin kesan e, ruyên xwe ji min diguherînin.

Lê ji ber ji bo kurdî ye, kêfa min tê, ez xwe naxeyidînim.

Ez li wê twîttê gerîyam min nedît, lema navê wî camêrî nayê bîra min, naverok jî bi qasî di bîra min da maye wek min nivîsî ye.

Vê twîtta wî ez pir kêfxweş kirim. Jimara dilşewatên kurdî çiqasî pir bibe, însan çiqasî qedir û ehemîyetê bidin zimanê xwe û aciziya xwe nîşanî kesên bi tirkî dinivîsin bidin baş e, bi wextê ra ewê fêkiyekîyê xwe bide.

Mala Bextyar Dildar ava be, gotiye camêrê xwediyê vê gotinê Mustefa Acar e. Mistefa Acar dostekî min e, ez jê hez dikim. Kurdekî pak e. Kurmanciya wî paqij e, şiûrê wî yê netewî xurt e. Jixwe ne kesekî wiha be wê gotinê nabêje. Çimkî qebûl dike yên ruyên xwe jê diguherin, xwe jê aciz dikin bi heq in, bi kibarî jê ra dibêjin bi tirkî nenivîsîne, zimanê te li ber mirinê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE