10 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -232-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-09-10
Min ji Nafî Çilgin ra axaftina 12ê îlonê ji tirkî wergerand kurmancî. Ewê bide Federasyonê. Di karên wiha da wergerên kurmancî bi piranî dikeve hustuyê min.

XXX
1988-09-10

Îro li dijî Sefareta Îraqê meşeke mezin çê bû. Hêzên kurd yên her çar perçên Kurdistanê û partiyên swêdî yên di meclîsê da temsîl dibin giş tevî protestoyê bûn. Protestoyeke qelebalix bû. Medya Swêd, partiyên swêdî baş li dijî Seddam in.

XXX
2000-09-10

Şeş roj di ser wefata bavê min r aderbas bûye. Di van pênc şeş rojan de gelek nas, dot, heval hatin serxweşiyê. Hinekan telefon kir.
Tenê ji Riya Azadî, ji KÛKê û ji Apociyan kesek nehat û telefon jî nekirin. Di rojên wiha da, di şîn û şahiyan da meriv dost û “dijminê”ê xwe baştir nas dike.

XXX
2008-09-10

Merheba birayê Zagros Baran,
Gelek sipas ji bo pêşniyara te ku hûn dixwazin nivîsên min jî di malpera xwe da bibînin.
Birayê hêja, hemû nivîsên min di emrê we dane, hûn dikanin her roj ya jî dema dilê we bixwaze nivîsekê ji malpera min hilbijêrin û biweşînin.
Wek hûn dizanin blogek/malpereke min heye, ez herroj bi kêmanî meqaleyekê dinivîsim. Hûn dikanin di malpera xwe da ji min ra quncikekî vekin û nivîsên min di wir da biweşînin. Yanî destê we ji we ra, hûn bi dilê xwe ne.
Ez nuha nivîseke xwe ji we ra dişînim, heger kêfa we jê ra hat hûnê biweşînin.
Ji netîceya biryara xwe hûnê min agahdar bikin.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Edresa malpera min li jêr e.

XXX
2022-09-10

Ji Huseyn Zana ra
 Merheba ji te ra Husên! Te gotiye ”Çûme berber”. Bi ya min bi kurmancî meriv nabêje ”çûm berber”, gerek bibêje çûm ser berber. -Çûm ser berber, çûm ser tuxtor, çûm ser gorra diya xwe. Çûm ser dikandarê me ne li dikanê bû. Em wiha dibêjin. Gelo hûn jî wiha nabêjin, ya jî te şaş nivîsî ye?
Zinarê Xamo


Husên ji dêlî qebûl bike, ya jî bersîveke nivîskî bide,
vîdeoyek 8 deqîqeyî şandiye, tê da îzah dike çawa ez şaş im û ew rast e; yanî meriv naçe ser berber, meriv diçe berber.
Min ev yek ji Husên nedipa, ez li hêviyê bûm bibêje sipas, ya jî bibêje çewt e lê em wer dibêjin. Ya jî min şaş gotiye.
Min ev bersîv dayê
Birayê delal, li qusûra min nenêre, lê bi Xwedê ez nizanim tu qala çi dikî. Min got bi kurmancî meriv nabêje ”ez çûme berber ya jî ez diçim berber.” Meriv diçe ser berber, diçe ser nexweşan. Meriv naçe tuxtor, diçe ser tuxtor. Lê ji bo ku tu bibêjî tu rast î û ez şaş im, te mesele mijarê pir dûr xistiye, te xwe pir westandiye. Min zanîbûya tu yê wiha bikî min tu hewqasî nediwestand. Guh nede tiştê min gotiye, tu çawa zanî wer binivîse. Bi silavên dostaniyê, bimîne di xêr û xweşiyê da Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar