Do êvarî ez û xanim li daweta Kawayê hêja û Evîn xanimê bûn. Ji bûk zavê ra temenekî dirêj û jiyaneke dilşa û bextewar dixwazim, bi hev ra kal û pîr bibin. Aqûbet li serê zarokên me be jî.
Evîn, keça dostê min ê hêja Dr. Celadet Çelîker e. Zavê me jî ji Kurdistana
Rojhilat e.
Dawetek pir xweş bû, muzîk normal bû, guh ji me nebir, em kerr nekirin. Di hin
dawetan da ji dengê muzîkê, ji volîma zêde bilind meriv kerr û gêj dibe. Vê carê normal bû, carnan
nabên didanê, dengê me diçû hev.
Govendên me kurdên bakur bi def û zurne ye, di ya soranan da def û zurne tune ye, muzîk e, li ber muzîkê govendê digrin.
Ez bixwe ji govenda soranan, ji meqamê lîstika wan pir hez dikim. Yek meqam e, lê bi hereket e, xweş e, rehet e, her kes kane fêr bibe. Swêdî pir jê hez dikin, tavilê dikevinê.
Min pir dixwest govendgirekî baş bim, lê nizanim nigê xwe jî li erdê xim, ji bin da nizanim govendê bigrim.
Di govenda me kurmancan da him def û zurne meriv gêj dike,çimkî di hundur da ye, dengê def û zurnê olan dide, him jî bi sedan şiklên wê hene.
Çend şiklên govendê her bajarekî hene, giş jî bi usûl û qaîde ne, gelek fîgurên wan hene. Lema fêrbûna govendên kurmancî pir û pir zor e.
Di dawiya dawetê da me hin hevalan bi hev ra çend risim girtin. Bêguman ew jî xatireyeke baş e.
Di salên 1980î-1990î da em diçûn dawetên hev, nuha em diçin dawetên zarokên hev.
Sal û zeman pir zû derbas bûn, me hew carê dît em giş kal û pîr bûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar