10 september 2022

Di vê sedsalê da dinya pir zû guherî

Di sedsala 21ê da dinya pir zû guherî. 20-30 sal berê sibehan dema ez diçûm kar, êvaran jî dema ji kar vedigeriyam malê di otoboz û metroyê da di destê her kesî da ya rojnameyek ya jî kitêbek hebû.

Serê her kesî di ber da ya rojnameyek, ya jî kitêbek dixwend. Xişîna dengê rûpelên rojnameyan di vagonê da diket hev, meriv ji xewa sibê şiyar dikir.

Îro di hatina malê da, di metroyê da min bala xwe da milet, vagon hetanî ber dev tije bû, çavê her kesî di ekrana telefona di dest da bû, yek rojname, yek kitêb di destê kesî da tunebû. Ev yek tim bala min dikşîne.

Ez tim çavê xwe li yekî rojnamê ya jî kibê dixwîne digerînim, lê kulturek, adetek wiha ji bin da nema ye. Ez nizanim rojname çawa kanin jiyana xwe bidomînin?

Berê sibehan di metro û otobozan da xişexişa dengê rojnameyan wek muzîkê, wek xuşîna dengê avê dihat guhê meriv.

Nuha ew sahne, ew deng, ew rojnameyên sibê û êvarî giş bûn xewn, giş bûn xatirayek xweş û bîranîneke kal û pîrên wek min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE