Gulistan xanimê kitêb berê ji min ra jî îmze kiribû. Min gotibû piştî min xwend
ezê çend gotinan li ser bibêjim.
Min kitêb xwend û gelkî jê hez kir. Kitêb qala malbata min, xanima min, gelşên
ez jiya me, tişt hatine serê min jî dike.
Serpêhatî, zahmetîyên di kitêbê da hatine
qalkirin yek jî ne xerîbê min e, ez gişan yek bi yek jiya me, ez gişan baş
zanim.
Lê min ji bîr kir rojekê qala kitêbê bikim.
Wek ji navê wê jî xuya dike, kitêb li ser analfabetîzimê ye, yanî li ser kesên nizanin, nikanin bixwînin û binivîsin.
Analfabetîzim di civata me da geleşek pir mezin e, belkî ji nîvê civatê zêdetir, bi taybetî jî jin xwendin û nivîsandina wan tune ne, nikanin kitêbekê, rojnameyekê, nameyekê bixwînin.
Li Kurdistanê ev gelş zêde xuya nake, çimkî piranîya însan analfabet in.
Lê li Swêd ev yek problemek pir mezin, kesên analfabet wek kor, kerr û lal bin, di civatê da nikanin gava xwe bavêjin, nikanin xwe îdare bikin. Nikanin formekê dagrin, nikanin telefonê bi kar bînin.
Nikanin kar bibînin, însanên sip û saxlem dibin wek seqetên tu kar ji wan nayê, dikevin ber destên zarokên xwe û civata Swêd.
Nikanin di xwendinê da alîkariya zarokên xwe bikin. Ji dêlî dê û bavan zarok alîkariya wan dikin, zarok dibin tercumanên dê û bavên xwe.
Yanî gelek zahmetî û gelşên analfabetîzmê hene.
Gulistan xanimê bi rengekî pir xweşik him bi giştî, him jî ji jiyan û malbata xwe qala van zahmetiyan kiriye.
Di kitêbê da li ser dîsleksiyê û gelşên wê jî tê rawestandin. Dîsleksî bi wê bi xwe ra jî heye. Di kitêbê da ji zahmetiyên wê jî gelek numûne dane.
Kesên dîslektîker di xwendin û nivîsandinê da hin kêmasiyên wan hene, baş û rehet nikanin bixwînin û binivîsînin. Şaş dinivîsînin.
Kitêb 5 beş in. Beşê pêşî li ser zaroktî, jiyan û
serpêhatiyên wê ne. Meriv malbata wê, zahmetiyên nezanîna zimên û hinekî jî Gulîstan
nas dike.
Di beşê duduya da li ser zahmetiyên analfabetîzmê tê sekinandin. Him wek dê û
bavê analfabet, hin jî rewşa zarokên wan.
Dê û bav nikanin ji zarokên xwe ra bibin alîkar, li hemberî wan dikevin rewşeke
pir zor û hesas.
Di beşê sisiya da çend hevpeyvînên bi mamoste û bi hin karmendên dewlwtê yên
têkiliyên wan bi kesên analfabet û bi zarokên wan ra çê bûne hene.
Di beşê çara da li ser analfabetîzmê agahîyên berfireh tên dayin.
Di beşa pênca da meriv çawa kane bi kesên analfabet ra bibe alîkar û hin
îstatîstîkên li ser vê mijarê hene.
Di kêtêbê bi hin dê û bavên analfabet û bi zarokên wan ra hevpeyvînên pir
giranbiha hene.
Dê û bavên analfabet û zarokên wan qala serpêhatiyên xwe kirine. Dê, bav, bira
û xwşikên nivîskara kitêbê jî di nav wan kesan da ne.
Di civînê da jî min got, nuha jî dibêjim, dibê ev kitêb tercumeyê kurmancî bibe,
dibê medya kurdî li ser vê gelşê raweste.
Ji bo ku Gulistan xanimê ev kitêba hêja nivîsîye mala wê ava be, karekî pir baş
kiriye. Ez bawer dikim kitêb li Swêd ewê dengekî baş bide û bibe kitêbeke
pêşeng.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar