Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-09-09
Li gor xeberên hin kanalên telewîzyonên tirkan, hêzên
dewletê 15 gerîlla kuştine. Heger rast be qetlîameke mezin e, gerek hewqas
gerîlla bi hev ra neyên kuştin. Qey xistine kemînê.
Lê yên me, aliyê PKKê hetanî nuha qet qal nekirine, xebera wê jî nedan. Qey
gava bibêjin tirk me dikujin ewê zirarê bidin ”prosesa aşîtiyê”(!)
Dema gotin û beyanên berpirsiyarên dewletê neqil dikin jî vê hesasîyetê nîşan
didin, rastiyê nabêjin, xwe sansor dikin.
Helbet ev jî manîplasyon e. Dewlet dibêje me 15 gerîlla kuştine, ajansên dewletê xebra vê bûyerê didin lê ew bi xwe ne şirove dikin û ne jî xebera wê didin.
Him di telewîzyonê da û him jî di rojnameya Ozgur Polîtîka da siyaseta xwe ya li hember dewletê pirr nerm kirine, qet hukûmetê rexne nakin.
XXX
1987-09-09
Civîna ji bo protestoyên 12ê îlonê li Federasyonê çê bû. Ew metnê axaftinê serê
rojan bû me li ser gewrî li hev qetand gotin dirêj e, nehat qebûlkirin.
Ji dêlî
wê axaftinê ewê belavok were xwendin. Belavok jî gerek Keya Îzol daba
tercumekirin, lê nekiribû, ew jî ket hustuyê min. Min ji tirkî tercumeyî
kurmancî kir.
XXX
1996-09-09
Sulêmanî jî tê da, herêm û bajarên hetanî nuha di destên YNKê da bûn giş ketin
destê PDKê.
Li gorî xeberên ajansan di navbera 70 û 100 hezar kurd ji herêma Silêmaniyê ji
ber pêşmergeyên PDKê berbî Îranê va direvin. Heger ev jimar rast be felaketeke mezin e.
Dibêjin Îran jî naxwaza wan bigre hundur. Li ser sînorê Îraqê û Îranê trajediyeke mezin heye.
Wek di şerê Hewlêrê da, li Silêmaniyê jî YNKê li ber xwe
neda. Telewîzyona Swêd cendekên(termên)sê pêşmergeyên YNKê wek zarokên ji
himêza diya xwe ketibin, li ser piştê ketibûn, nîşan da. Giriyê meriv tê.
Li alî din jî hêzên PDKê wek Kurdistan ji destê dijmin xelas kiribin govend
digerandin, kêf û şahî dikirin.
Piştî vî rismî lawikê min Azad berê xwe da min û keniya, bi jest û mîmikên xwe
fena ku ji min ra bibêje ”a kurd ev in !”
Celal Talabanî ji Amerîkayê alîkarî xwestiye, lê Amerîkayê gotiye na.
Wer xuya dike Amerîka jî ji vê êrîşa PDKê û Îraqê ne aciz e, lema lê temaşe
dike. Ji ber ku Îranê alîkariya YNKê dikir lema Amerîkayê destek neda YNKê,
hîşt ew têk biçe.
Yê min bi xwe aqilê min sekinîye, ji dêlî herdu hêz bi hev ra Kurdistanê ava
bikin, şerê hev dikin, ew dibêje ji min ra, yê din dibêje ji min ra. Vana tu
Kurdistanan çê nakin.
Lê ev şer ewê dom bike, ewê bibe dijminatiya soran û kurmancan. Çimkî mala
Barzanî îktîdarê nadin kesî. Ez bi xwe ji wan pir bêhêvî me.
Karê Tirkiyê jî baş nameşe. Rûsya, Fransa, Yûnanîstan li dijî dagirkeriya
Tirkiyê ne. Yekîtiya Ewrûpayê jî li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ye.
Lê Tirk guh nadin rexneyên wan. Tenê Amerîka kane Tirkiyê bisekinîne, ew jî
nuha dengê xwe nake.
Netîce, kurd ketine bedana hev, tirk jî welatê wan hêdî hêdî dagir dike. Van
serokan mala kurdan şewitandin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar