29 april 2022

Tirkiye bûye hêlîn û sitara çeteyan

Tirkiye bûye merkeza terorîstên îslamî û çeteyên dinyayê, piranîya terorîstên îslamî û çeteyên dinyayê xwe li Tirkiyê vedişêrin.
Têcirên narkotîkayê, terorîstên îslamî, çete û kalpazanên dinyayê Tirkiye ji xwe kirine war û sitar.

Di nîsana 2017a da hin çete ketine sîstema postexaneya (Poste Îtalîane)Îtalyayê û 5 milyon û 90 hezar euro şandine dervayî Îtalyayê. Şebeke li Tirkiyê derket.

Piştî taqîbateke salan şebeke li Tirkiyê derketiye, 2.5 milyon euro li Tirkiyê ketiye hesabê çend şîrketan.

Lê şopa 2.5 milyon euro yê din hîn ne diyar e. 3 kes li Stenbolê hatine girtin, lêkolîn û taqîbat hîn berdewam e.

Interpol li kîjan çeteyî, li kîjan kalpazanî û terorîstê îslamî digere li Tirkiyê tê dîtin.

Li Swêd çeteyên şêlandin û kuştinê dikin direvin Tirkiyê, heta nuha şopa çend kesan çû gihîşt Tirkiyê. Wê rojê bêhemdî yek girtin, hîn ne diyar e ewê teslîm bikin ya na.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE