Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-30
Vêsê saet di 07.30 em gihîştin paytexta Danîmarka Kopenhagenê. Em çûn komeleya
hevalên me. Ji Fransayê Ahmed Zîrek, ji Almanyayê Metîn Çetîn, Silêman, Huznî û
hevalekî din hatibûn.
Me civîna merasima cenaze li wê dêra merasima cenazeyê Mistefa Tanguner lê
çêbûbû çêkir. Mûsa Cibran civîn îdare kir.
Li ser navê partiya me Zîya Avcî bi kurmancî peyivî. Axaftina wî bi tesîr bû, dilê me xera kir. Hedef Apocî bûn. Yekî faris jî li ser navê TUDEHê(Partiya Komunîst a Îranê)peyivî.Axaftina yê faris jî baş bû, Eyûb nas dikir. Axaftineke ji dil bû. Nabêna me û hevalên TUDEHê baş e.
Li dora 120 kesî di merasimê da hebûn. Bi şev saet di 22.34a da em ji Kopenhagenê bi rê ketin. Min, Malmîsanij, Mizgîn û Mamoste Nûjen me ciyê raketinê girtibû. Saet li dora heyştê sibê em gihîştin Stockholmê.
Îro min ji ciyê kar îzin girtibû.
XXX
1988-04-30
Ordîxanê Celîl îro li ser jiyana kurdên Sovyetê li Stockholmê li salona
Medborgarhusetê semînerek da. Ordîxan di semînerê da xwe perîşan kir.
Gotineke heye, dibêjin dengê defê ji dûr va xweş tê. Heta me ev camêr nedîtibû,
nas nekiribû me digot belkî yekî pir zana ye, alimekî mezin e.
Lê me dît ne were ye, yekî him nezan e, him jî xwenezan e. Yekî pir sivik û
hinekî jî cilq e.
Piştî civînê ez bi çend kesan ra peyivîm, qenaeta her kesî ew bû, bi axaftina
xwe, bi bersîvên xwe her kes matmayî hîştibû.
XXX
1997-04-30
Mûrad Ciwan vêsê telefon kir, got ez li Stockholmê me. Were
em hev bibînin. Me li hev kir, saet li dora 13.00 ew û Nafî ewê werin min ji
mal bibin.
Min wer hesab kiribû îro minê wergera Artur Lundqvîst di datayê da binivîsanda
ji bo ku sibe minê ew bida Firat Cewerî. Lê wa ye nebû, ma rojeke din.
Ez Mûrad û Nafî Çilgin çûn Kitêbxana Sara Bokhandelê. Min kitêba M. Emîn Zekî,
Tarîxa Kurdistanê kirî.
Di mesela Abid Dundar ewê ji Mûrad ra pere ji bankê bikşanda Mûrad gazin dikir,
digot ez xapandim. Baweriya wî ew bû Abid kanîbû pere ji bankê bikşanda lê dilê
wî nexwestiye, nekşandiye. Min ji Mûrad ra got tu neheq î tu wiha difikire, ez
dibêjim heger bankayê bidayê ewê bigirta. Lê baweriya wî eksê vê dîtina min bû. Salim Çelîker jî wek Mûrad difikirî.
Ji Mûrad ra hin pere lazim bû, dixwest Abid jê ra ji bankê deyn bike.
Pere, tîcaret pirê caran dibe sebebê dilê dost û hevalan ji hev bimîne.
XXX
1999-04-30
*Aslan Kaya hat malê, nivîsên min berê bi Machîntochê nivîsî
bûn ji min ra kir yên PCê. Mala camêr ava be, karê min serrast kir.
Berê min nikanîbû ji Mehdî Çilgin ra bişanda, ji bo
ku di malpera min da bi cî bikira.
*Kurdekî ji Kurdistana Başûr bi navê Abdullah Xefûr telefon
kir, got kitêbek min ya li ser navên Gundên Kurdistana Bakur heye, ez dixwazim
tu jî li ser navê gundên Wêranşarê alîkariya min bike. Me li hev kir emê sibe li bajêr hevdu bibînin. Ezê lê binêrim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar