30 april 2022

Li Kitêbxaneya Kurdî sohbetek xweş

 

Hevalê minê hêja Abid Gurses îro li Stockholmê li Kitêbxanaye Kurdî kitêba xwe (Kultureke polîtîk û paradîgmayeke nû) ji nas û dost û hevalên xwe ra îmze kir û bi kurtî qala naveroka wê kir û dûra jî bersîva pirsên guhdaran da.

Hin kesan jî li ser naveroka kitêbê û hin dîtin û pêşniyarên wî yên di kitêbê da fikrên xwe gotin, di vê çarçewê da di nabêna wî kesên beşdaran da sohbeteke baş çê bû.

”Kultureke polîtîk û paradîgmayeke nû” kitêbeke hêjayî xwendinê ye. Bi cesareteke kultura me ya siyasî, partîtî û gelşên me yên îro hene minaqaşe dike, qala serpêhatî û tecrûbeyên xwe yên şexsî dike, bîr û raya xwe dibêje.

Abid Gurses kurdekî dobre ye, rastgoye, tu carî xwe sansor nake, rast be jî, çewt be diwêre fikrên xwe bibêje. Ez gelkî ji vî aliyê Abid hez dikim, ji me ra ne mirîdên partiyan û serokan, însanên xwedî fikir lazim in.

Hêvî dikim were xwendin û gelek kes fikrên, pêşniyarê di kitêba da minaqaşe bikin.

Gelek nas, dost û hevalên wî hatibûn. Bi vê minasebetê min jî gelek dost û hevalên xwe dîtin.

Hevdîtinek, sohbetek xweş bû.

”Kultureke polîtîk û paradîgmayeke nû” 192 rûpel e, di sala 2021ê da ji teref Weşanxaneya Rûpelê hatiye çapkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE