30 april 2022

Huda-Par "hespa truvaya" Tirkiyê ye

Huda-Parê li Batmanê mitînga Roja Qudsê çêkiriye û kesên tevî mitîngê bûne sloganên ”bimre Amerîka, bimre Îsraîl” qîriyane !

Berpirsiyarên Huda-Parê her çiqas kurd bin jî lê Huda-Par bi kirin û emelê xwe nîşan dide ew ne partiyeke kurdî û Kurdistanî ye, ew partiyeke girêdayî Tirkiyê ye, wezîfeya wê şerê tevgera kurd a netewî bike, bi îslamê kurdan bixapîne û ji welaparêziyê, ji nasyonalîzma kurdî dûr bixe.

Îsraîl û Amerîkayê Kurdistan perçe nekirine. Em ne di bin destê Îsraîl û Amerîkayê da ne.

Amerîka û Îsraîl Efrîn, Serê Kaniyê û nîvê başûr û rojavayê Kurdistanê dagir nekirine û bi sedhezaran kurd ji gund û bajarên wan dernexistine.

Zulma li Tirkiyê û li Kurdistanê li kurdan tê kirin, Îsraîl û Amerîka nake, Tirkiye dike.

Bi sedhezaran kurd ne zindanên Îsraîl û Amerîkayê da ne, di zindanên Tirkiyê da ne.

Îsraîl û Amerîka zimanê me qedexe nekirine, dewleta zimanê me qedexe kiriye, me asîmîle dike Tirkiye ye.

Heger hûn kurd in, ne girêdayî neyar in ne li dijî Îsraîl û Amerîkayê, li dijî dewleta welatê we dagir kiriye, zimanê we qedexe kiriye, zulmê li we dike xelkê daxin kuçe û kolanên Batmanê û bibêjin bimre Tirkiye, bimre Îran, Îraq û Sûriye!

Bi protesto û neyartiya Îsraîl û Amerîkayê wek Huda-Par hûn dibêjin em ji bindestî û koletiya tirkan hez dikin, lema jî em ne li dijî Tirkiyê ne, em li dijî dewletên alîkariyê bi kurdan ra dikin.

Heger hûn Xwedê nasbûna, heger zereyê xîretê, ûjdan û merhemetê bi we ra hebûya, we yê li Batmanê ne Amerîka û Îsraîl, Tirkiye û zulma Tirkiyê protesto bikira.

Dema hûn viya nekin, maneya xwe hûn sîxurê Tirkyê ne û li gorî emir û daxwaza Tirkiyê kurdên nezan dixapînin û ji ser rêda dixînin.

We hetanî nuha carekê jî dagirkirina welatê xwe, êrîşên Tirkiyê yên ser başûr û rojavayê Kurdistanê protesto nekiriye.

Lê hûn ji bo filistîniyan, ji bo Qudsê çirt û pirt meş û protestoyan çê dikin û ji dinyayê ra dibêjin em kurd ji halê xwe, ji bindestiya xwe razî ne, em ji bo xwe tiştekî naxwazin.

Îslamiyên li derî Huda-Parê dibê li hemberî van hereketên Huda-Parê bêdeng nemînin, rexne bikin, xelkê pê ra şiyar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE