29 april 2022

Erdogan vê carê jî bi Erebîstana Siûdî ra nabêna xwe baş kir


Recep Tayyip Erdogan- Mihemed bîn Selman

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganê sihêrbazê siyasetê do çû Erebîstana Siûdî.

Erdogan ewê bi Prîns Mihemed bîn Selman û bi Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulaziz Al Siûd bibîne û bi Siûdî ra hin peymanan îmze bike.
Mêrik heyeteke mezin bi xwe ra biriye. Geh rast lê dixe, geh çep lê dixe, tim jî li karê ye.
Efendî rût bûye, li parsê digere, hêviya wî ew e Siûdî bedêla Qaşikçî sedeqeyekê bidê.


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ev saleke di siyaseta xwe da dest bi firldaqekeka nuh kiriye, dixwaze têkiliyên xwe bi Erebîstana Siûdî ra, bi Amerîkayê ra, bi Yekîtiya Ewrûpayê ra, bi Îsraîl ra, bi Misrê ra, bi Emîrata Erebî ra, bi Qeterê ra, bi Ermenîstanê ra, yanî bi her dewleta nabêna wî ne baş e, nabêna xwe, têkiliyên xwe baş bike.

Erdogan gava dilê wî dixwaze bela xwe di her kesî dide, dûra jî gava hewce dibîne hokus pokusekê, sîmselabîmekê çê dike û pê ra li hev tê.

Çar sal berê piştî kuştina Qaşikçî, nabêna Erdogan û Qiralê Siûdî pir xera bû, têkiliyên dîplamatîk qut bû, Erdogan gelek gotinên ne xweş ji Qiralê Siûdî ra kirin.

Lê nuha hokus pokusek kir û bi Selman ra li hev hat û do bû mîvanê wî.

12 sal berê piştî bûyera ”Mavî Marmara” yê û kuştina 10 kesên bi 6 keştiyan diçûn Filîstînê têkliya Îsraîl û Tirkiyê qut bû. Lê Erdogan çendakî berê bi Îsraîl ra li hev hat û serokê Îsraîl Herzog çû Tirkiye ziyaret kir. Nuha nabêna Erdogan bi Îsraîl ra baş e.

Di sala 2015a da du balafirên Tirkiyê  balefireke rûsan xistin, pîlot kuştin, Erdogan ji Pûtîn ra meydan xwend, heger balafira rûs careke din sînorên me îhlal bike emê dîsa bixînin.

Lê dûra dîsa hokus-pokusek kir û ew Pûtîn bûn birayên hev yên axretê.
Recep Tayyip Erdogan, ji serokwezîrê Yûnanîstanê bigire, hetanî bi serokê Misrê el Sîsî, Merkelê, Macron, serokê Qeterê, serokê Amerîkayê Bîden, Yekîtiya Ewrûpayê, Pûtîn yanî li dinyayê serokê bela xwe tê nedabe tuneye, lê dûra bi gişan ra li hev tê û dibe wek bira. Her kes nikane wiha bike.

Nuha jê ra dost û pere lazim e, lema jî nabêna xwe bi Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulaziz Al Siûd ra baş kir, do bû mîvanê wî.

Di demek nêz da ewê bi Misrê ra jî eynî tiştî bike.Yanî gava dilê mêrik dixwaze êrîşî xelkê dike, gotinên nemayê jê ra dibêje, tirk jê ra li çepikan dixin, piştî demek xeyd, dûra nabêna xwe dîsa baş dike. Tirk dîsa li çepikan dixin. Helal be ji mêrik ra, dema nabêna xwe bi xelkê ra, bi dewletan ra xera dike jî li karê ye, dema çê dike jî lê karê ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE