29 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -105-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-04-29

Piştî kar min çû ji bo 13 kesan bilêt birrî. Emê bi tirênê herin Kopenhagenê merasima cenazeyê Eyûb Adsiz.
Ez pir westiyam, tam saet û nîvekê di dorê da mam.
Saet di 22.34a da em ji Stockholmê bi rê ketin, saet di 07.30î da em gihîştin Kopenhagenê.
Me ji vir gelek kitêb jî bi xwe ra birin, ji bo ku heval li wir bifroşin.

Di 5 mehan da ev cenazeyê me yê duduya ye em ji Kopenhagenê radikin. Sala çûnê di 4ê meha 11a da jî(11/4-85) me cenazeyê Mustefa Tanguner rakir.

Meriv ne neyarê kurdan be destê meriv li kuştina van xortên canfîdayên welatê xwe nagere. 

XXX
1989-04-29

Îro çellê(40) serokê PASOKê Azad Mistefayê rahmetî çêkirin. Ban me jî kiribûn. Li ser navê partiyê ez çûmê. Lê min fersend nedît mesajekê binivîsim û bidim wan. Hevalan dereng ji min ra gotin tu here. Min ji berpirsiyarên wan ra got, navê me bibêjin, mesajê ezê sibe bidim we. Min mesaj îşev nivîsî, ezê sibe bişînim ser edresa hevalê wan Nesreddîn.

Min ji bo abonetiyê 100 kron ji Kurdistan Presê ra şand. Her jimar were malê baştir e, qenekê ewê bi dûzan were.

XXX

1996-04-29

Piştî kar ez çûm komelê, min Armanc konturol kir. Êdî ji çapê ra hazir e. Dema konturola dawî diqede û dema ji çapê tê hestekî pir xweş bi meriv ra peyda dibe.

Min û Henefî Celeplî hevdu dît. Em li ser beyana li ser navê Federasyonê dabû rojnameyan peyvîn. Di beyana xwe da gotibû ez temsîlciyê Federasyonê me, serokê Federasyonê ez şandime.

Vê yekê ez matmayî hîştim. Çimkî dema çû Sunsvalê min jê ra got tu li ser navê xwe diherî, ne li ser navê Federasyonê, têkiliya Federasyonê bi te tune ye.

Berî ew here Sundsvallê, me li şînê hevdu dît, ji min ra got ezê sibe herim Sundsvallê, were em bi hev ra herin. Min got na ez nayêm, lê tu kanî ji me ra înformasyonê top bikî.

Min jê ra got, ez bi Hesenê Xazî ra peyivîme, wî got ne wek tê gotin, sebebê rakirina wî lawikî ji kampê ne pîrozbahiya Newrozê û belavkirina belavokê ye, lawik yekî nerehet e, probleman çêdike.
Min got lema jî li Hesenê Xazî û li kampê li hinekên din jî gudarî bike, çimkî li gorî dibêjin lawik rastiyê nabêje.

Lê wî çûye di rojnameyan da gotiye serokê Federasyonê ez şandime.
Min fedî kir jê ra bibêjim tu derew kiriye, min tu neşand. Tu li ser navê xwe çû.

Min got te rewşeke ne baş derxist ortê, nuha her kesê ji min ra bibêje te Henefî şandiye. Ev yek ewê têkiliya min û hin hevalan xerabtir bike. Ez nikanim bi kesî bidim bawerkirin ku min tu neşandiye.
Henefî merivekî xebatkar e, aktîf e, lê nayê zeftê, pir serhişk e, lema jî gelek tiştan bi serê xwe dike.

XXX

2009-04 29
Ji Rojevê ra

Zinarê Xamo

Birayê "edîtor", min gazinnameya te bi kêfxweşî û dilşadiyeke mezin xwend. Lê dema min nivîs qedand, her çiqas wek ku te xwestibû, di cî da min ranehîşt pênûsê jî, lê ez hinekî ji xwe ra fikirîm û dûra jî şermezar bûm. Şermezar bûm, ji ber ku heta îro hema bi du rêzan bûya jî min hûn pîroz nekiribûn û negotibû mala we ava. Ez vê xemsariya xwe wek kêmasiyeke cidî dibînim. Lê çi heyf ku yekcarnan derdê xerîbiyê meriv gêj û xemsar dike. Ev jî ne sûcê me ye. Hema Xwedê ji dewleta Tirk û ji kêmaqilê wan ra nehêle!

Bi baweriya min kî ji bo Kurdan du keviran jî bide ser hev divê meriv qedrê wî bigre û pîroz bike.
Erê her çiqas her kes ji bo xwe dike jî, lê dema meriv bi du gotinan qedir bide xebata hev ne zirareke meriv tê heye û ne jî ji asîmanan da kevir dibare.

Dema însan bibînin ku milet qedir dide xebata meriv, yanî keda meriv nabe "keda bersîs" wê demê meriv li xebatê bêtir germ dibe.

Lê li alî din jî dibê meriv bizanibe ku di vî warî da yanî di warê danûstendina nivîskî da ji kurdan ra hîn pir lazim e.

Çimkî kurd wek milet hîn piraniya wan di zimanê xwe da analfabet in. Yanî hîn nikanin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin.
Sebebekî din ku ew jî bi qasî vê kêmasiyê girîng e, wek em dizanin danûstendina nivîskî di nav kurdan da(dema ez dibêjim kurd, qesta min ne xelk e, qesta min însanên ku xwendin û nivîsandina wan heye û heta ji xwe ra dibêjin rewşenbîr yan jî nivîskar)hîn nebûye adet, hîn nebûye karekî jiyanê yê normal.

Ji ber vê yekê jî dema her roj bi sedan name ji we ra neyên dibê hûn xemgîn û bêhêvî nebin. Ji bo ku xesletên wiha di nav civat û miletan da bibin adet, bibin tradîsyon û cî bigrin gelek xebat û wext lazim e. Û em vê guherandinê di nav Kurdan da jî bi hawakî hêsan dibînin.

Mesela di salên 1960î da, li seranserê Kûrdistanê tenê çend gorbuhuştên wek Mûsa Anter û Edîp Karahan dizanîbûn bi kurdî bixwendana û binivîsandana. Yanî ne bi sedan û bi hezaran bûn, tenê çend kes bûn.

Lê piştî salên heftêyî ev rewş hêdî hêdî hat guhertin. Kurdan dest bi weşanên kurdî kirin. Di vî warî da kovara TÎRÊJê(1979) xwerû bi kurdî bû, numûneyeke herî balkêş e.

Mesela berî sala 1980î ma çend kes hebûn ku dikanîbûn bi kurdî rojnamevanî bikirana?

Lê îro ne wiha ye. Pir hindik be jî, pir hêdî be jî guherandineke heye, pêşketink heye. Îro keç û xortên kurd her êvar ji Kurdistanê û ji Tirkiyê wek bilbilan xeberan didin telewîzyonan û di karên xwe da ji kesî jî ne kêmtir in. Hema ne hewceye em pir dûr herin, ma ROJEV bi xwe ne îspata vê guherandin û pêşketinê ye.

Di înternetê da be jî derxistina rojnameyeke kurdî ya rojane ne karekî hêsa ye. Ev pêşketina ku îro ji bo me rastiyeke bîst sal berê xeyaleke pir dûr bû.

Bi baeriya min di vê pêşketina Kurdan da rola Kenan Evren û ehmeqên wek wî pir e.

Çimkî heger wan di 12ê Îlona 1980î da dest nedana ser hukim û em ji welatê me dernexistana, ne emê wiha bi hezaran bihatana Ewrûpayê û ne jî hewqas tişt fêr bibûna.

Yanî siyaseta dewleta Tirk ya li heber Kurdan, Kurd mecbûrî fêrbûnê û profesyonalîzmê kiriye.

Ev yek di her warî da wiha ye. Wan çi kiriye ew tim li zirarê derketine. Mesela em berî wan ketine Parlamentoya Ewrûpayê. Hûn dizanin keçeke kurd di Parlamentoya Ewrûpayê da ye.

Bi kurtayî karê hûn dikin karekî hêja û pîroz e. Dibê em ji bîr nekin, qesrên herî mezin jî kevir bi kevir tên lêkirin û dûra dibin avahîyên însan tê da rûdinin.

Ez bawer dikim rojnamyeke xwerû bi kurdî li Kurdistasnê, li Diyarbekra xopan êdî ne xeyaleke dûr e.

Dewleta Tirk hilfire asîmanan jî emê wê(rojnameyê) derxin. Esas dibê ji nuha da em li ser navê wê bipeyivin. Gelo dibê navê wê çi be?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar