28 april 2022

Sîstema perwerdeya Tirkiyê zarokan baş nake, xerab dike

Sîstema perwerdeya Tirkiyê însên baştir nake, belovacî wê xerabtir dike, dike antî-kurd.

Li Tirkiyê di perwerdeyê da ji dibistana destpêkê hetanî zanîngehê fikir û îdeolojiyeke derewîn, irqçî û antî-kurd enjekteyî mejiyê zarokan dikin.

Sîstema perwerdeya Tirkiyê sîstemeke zêde nasyonalîst, irqçî û antî-kurd e, li ser înkara kurdan û welatê kurdan ava bûye.


Sîstema perwerdeya Tirkiyê sîstemeke zêde nasyonalîst, irqçî û antî-kurd e.


Helbet nabe em neyartiya êrmeniyan û yûnan jî ji bîr bikin. Neyartî û pîskirina êrmeniyan û yûnanan jî stûneke perwerdeya Tirkiyê ya esasî ye.

Zarokê tirk bi neyartiya êrmeniyan, yûnanan û kurdan mezin dibin, yên xwe ji vê irqçîtiyê û neyartiya kurdan xelas kiribin belkî ji sedî ne yek e jî.

Bi rengekî sîstematîk di dibistananan da serê zarokan tije derew û nefreta li hemberî kurdan, êrmenîyan û yûnanan dikin.

Zarok dema mezin dibin serê wan tije derew û zanînên ne rast in, otomatîkman neyarên kurdan in.

Ji bo ku bibin merivên baş, ji irqçîtiyê û ji neyartiya kurdan, êrmeniyan, yûnanan xelas bibin dibê mejiyê wan ji derew û zanînên ne rast werin paqijkirin.

Ev jî pir û pir zor e, wek ku însan dînê xwe biguherîne, here ser dînekî din. Yanî hewqasî zor e.
Ji bo wê jî belkî ji sedî 99ê tirkan bi çavên neyar li kurdan dinêrin, nikanin tehamulî navê Kurdistanê bikin. Gava ala kurdî, rengên kesk, sor û zer û sipî dibînin har dibin.

Sîstema perwerdê bi demê ra dibe kultura malbatî jî û civakî. Ji bo wê jî di nav tirkan da kesên piştgiriyê didin azadî û serxwebûna kurdan ji sedî ne yek e.

Çêbûna Kurdistaneke li derî sînorên Tirkiyê jî qebûl nakin. Yanî ne dewlet tenê, miletê tirk jî qebûl nake li Îranê, li Sûriyê, li Îraqê Kurdistan çê bibe.

Gava dewlet êrîşê dibe ser kurdên başûr û rojavaê Kurdistanê, dagir dike, gund û bajarên wan bombebaran dike kêfa tirkan tê, ji hukûmet û artêşa xwe ra li çepikan dixin.

Heta nuha miletê tirk, tu partiyek tirk li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta xwe derneketiye.
Çimkî ne dewlet tenê, miletê tirk jî dixwaze kurd li derê azad nebin û Kurdistan çê nebe. Ji bo Kurdistan li tu derê çê nebe ji sedî 99ê tirkan amadene şerê kurdan bikin. Yanî vê sîstema irqçî, antî-kurd, tirk hewqasî  kirine neyarên kurdan.

 

XXX

Seneca: Kesên bêmerem, bêxaye dişibin qirşên li ser ava çemekî, ew naçin, çem diherike, ew bi ber avê diherin.

Xelasbûna ji bindestiyê, serxwebûn, azadî dibê xeyal, armanc û meremê her kurdî be.

Di bindestiyê da em çi bin jî em ne tu tiştek in û ne xwedîyê tu tiştî ne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE