28 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -104-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-04-28

Mîlonasê xwediyê çapxanê kitêbên Malmîsanij saet 16-30î da anîn komelê. Min 5000 kron dayê. Bi baweriya min qapaxa kitêbê xweşik bûye. Em bi bêsebrî li bende derketina wê bûn. Lê helbet Malmîsanij ji me bêtir li bende bû. Heqê wî heye. Kitêba meriv wek zarokê meriv e, dema ji çapxanê tê û meriv dide dest xwe pir xweş e, naxwaze ji destê xwe deyne.

XXX
1987-04-28
Li Almanyayê li bajarê Hamburgê di hefsêda bûm. Tirkiyê navê min dabû Înterpolê. Dema ji Almanyayê çûm Danîmarkayê hatim girtin. Dixwestin min teslîmî Tirkiyê bikin. Min ev nabe ji xanima xwe ra şand.
Almanya hefsa Hamburgê
Hêvî, dozmama delal,
Çaxa ez ji mal bi rê ketim min ji te ra gotibû ezê şeva duşemiyê vegerim. Lê nebû, min soza xwe neanî cî, ez venegerîyam.
Ez bawer dikim nuha te jî bihîstiye, di vegerê da(26/4)pûlisê alman yê gumrikê ez girtim. Sebebê girtina min jî li ser daxwaza Tirkiyê ye. 
Wek tu jî zanî ez berê jî li Swêd ji bo vê meselê hatibûm girtin û mahkimê ez serbest berda bûm. 
Dozmamê, qet nedihat bîra min rojekê ezê nameyeke wiha ji hefseke Almanyayê ji te ra binivîsînim.

Lê ez çer bikim, qey di qederê da ev roj jî hebûye. Em hetanî Swêd jî reviyan lê tirk cardin jî pêxîla me bernadin.
Meraq meke, ewê ev roj jî derbas bin, emê cardin bigihîjin hev...
Ez zanim ewê bi te gelkî zor be, nuha dunya bi ser serê te da hulşuya ye.
Li welatekî xerîb, bi zimanê wan nizanî, xwendin, nivîsandin tune û du zarokên hûr jî di hustuyê te da ewê ne rehet be.
Jixwe yê min diêşîne jî ev yek e. Bîst û çar saetan tu û zarok di bîra min da ne.
Heger ne hûn bana, ezê xurttir bama. Lê qet metirse, heta çend rojan ewê min berdin. Ji ber ku min tu sûc nekiriye, ezê viya li mahkimê jî îspat bikim.
Dozmamê, dibê tu dest ji ber xwe bernedî û li Azad û Rûkenê miqate be. Bira zarok netirsin, ji wan ra bibêje heta çend rojan bavê we ewê bê.
Min dixwest telefonî te bikim, lê nehîştin, belkî di rojên pêş da bihêlin.
Hêvî, dozmamê, Învandrarverketê(Dahîreya kar û barên biyaniyan) nuha vîzeya diya min şandiye. Piştî jê ra şandin ewê ji me ra jî kaxetekê bişînin, miheqeq nuha hatiye.
Minê ji te ra bigota ji diya min ra telefon bike, bibêje were, lê perê te tune tu jê ra bilêtê bişînî. Minê ji bankê pere deyn bikira, lê nuha ew jî nabe.
Heger hin heval bikanibin 20 hezar kron ji bankê bigirin bidin te, wê çaxê jê ra bilêta wê û 1500 kron jî xercî bişîne.
Na ku we nikanîbû, telefonî diya min bike, jê ra bibêje piştî ez hatim berdan ezê jê ra bişînim.
Tiştê ez pir pê diqeherim yek jî ev e; piştî 7 salan diya min dikira bihata em bidîtana, lê wa ye ew jî nebû.
Ya din, dibê tu kiriya xênî, heqê zarokxaneya zarokan, texsîda makîna kinca jî bide.
Kaxeta texsîda makînê li pişt masa min a xebatê di çaviya kitablixê ya jorîn, di nav zirfeke dirêj da ye.
Kaxetên din jî giş di pîstikê sor da ne. Bira hevalek ji te ra kaxeta Sosyalbyrayê(dahîra alîkriyê) dagire û bibe teslîmî Sosyalbyraya Sockenplanê bike. Ew kaxet jî di pîstikê sor da ye.
Ya jî telefonî wan bikin. Ez bawer dikim numra telefona wan 3900060 e, ya jî li kataloga biçûk binêrin.
Meaşê min ê vê mehê 3400 kron bû, dibê tu viya jî bidî nivîsandin.
Piştî we pere girt, tu yê van deynan bidî.
Navê asîstana me Îngela Întke ye. Heger ew tunebe navê Gudrun Erîkssonê bide. Ji wan ra bibêje peyê min li Almanyayê hatiye girtin, herdu xanim jî însanên baş in, ewê alîkariya te bikin.
Hetina min belkî du sê hefteyan bajo, dibe ku zûtir jî werim berdan.

Azad, Rûken, meraq nekin, bavê we hetanî çend rojan wê were mal.Dibê hûn diya xwe neqeherînin, ji bo ku ez jî pirtir ji we hez bikim. Rûken, çaxa ez hatim, ezê ji keça xwe ra hespek mezin bînim.
Çavên we radimîsim
Diya Azad û Rûkenê, bi xatirê te

XXX
1996-04-28

*Îro Civîna Cewher Namiq hebû. Ez neçûmê. Hin tişt di destê min da bûn, min nivîsî, qedand. Em dostê hev î kevin in, ezê dûra bibînim, pê ra hinekî sohbet bikim. Li otêlê dimîne, ezê telefon bikim.

*Ev du roj in ez bîranînên Theodorr Herzl dixwînim. Ergun Goze wergerandiye tirkî. Dibê her siyasetmedarê kurd bîranînên ”Xatiratên Herzl” bixwîne, gelek tiştên meriv jê fêr bibe hene.

Herzl merivekî pir jîr û mezin e. Heger ne ew bûya dewleta Îsraîl îro tunebû. Mêrik xwestiye di sala 1896a da Filistîn ji Abdulhemîd bikire.
Heger di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da Herzlekî me jî hebûya nuha Kurdistaneka me jî hebû.

*Mamoste Nûjen, Salim Çelîker, Weysî Zeydanlioglu, Eyûb Alacabeg êvarî hatin, bûn mîvanê min. Piştî hinek sohbet med est bi nezerê kir. Me hata derngê şevê dom kir.

1999-04-28

Weysî Zeydanlioglu îro ji Tirkiyê hat, me hinekî sohbet kir. Wek meriv texmîn dikir, got li Tirkiyê millîyetçîtî û dijminatiya kurdan pirr pêş da çûye.
Meriv vê yekê di medyaya tirk da jî dibîne, heta ji wan tê neyartiya kurda pîj dikin. Ev daxwaza MÎTê ye, dewlet çi dixwaze medya jî wiya dinivîse. Ya din di neyartiya kurdan da zirar tune ye, kar heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar