28 april 2022

Tirkî zirareke mezin dide kurdan

Tirkî ne tenê kurdan asîmîle dike, di siyasetê da, di diyalogê da zirareke mezin jî dide kurdan.
Çimkî zimanê tirkî mişt argo ye, zimanekî kurfurbaz e, bi tirkî meriv pir rehet kane hevdu biêşîne, dilê hev bihêle. Di tirkî da peyvên argo pir in û pir jî tên bikaranîn.

Tirk di sohbetên normal da, kesên heval ji hev ra dibêjin "lawê min, qûnek, virek, pûşt" û gelek gotinên hîn girantir ji hev ra dibêjin.

Bi vî zimanê kurfurbaz, mişt heqaret û argo kurd gelkî zirarê didin hev, pê dilê hev dihêlin.
Mesela di swêdî da hewqas peyvên argo û kufur tune ye, lê di tirkî da pir e, du heval ji hev ra dibêjin "lawê min, law qûneke !..."

Kurd ji bo gotinên wiha hev dikujin.

Heger kurd minaqasê ne bi tirkî, bi kurdî bikin bi baweriya min ewê hewqasî dilê hev nehêlin.

Çimkî kurmancî wek tirkî ne zimanekî xeberokî ye, argoya wî kêm e, kurmancî zimanê eşîran, mîr û beg û axa û şêxa ye, însanên wiha bi hev ra ne wek pêxwas û berdûşan, bi edeb dipeyivin.

Zimanê tirkî kurdan kufurbaz dike, retorîka minaqaşê pîs dike, dişibîne argoya lûnpeman.


Hin kes dibêjin di kurdî da jî eynî tişt heye, kurd jî wek tirkan peyvên ne xweş ji hev ra dibêjin.

Bi baweriya min ev tesîra tirkî ye, hin kurd tirkan texlîd dikin.

Di zimanê gundiyan da kurfurbazî tune ye. Kurd di sohbetê da tu carî ji hev ra nabêjin ”oxlim/lawê min, qûnek…” Ji bo peyvên wiha meriv hev dikujin.

Lê li ba tirkan "oxlim" pir normal e...

Di Twîtterê da li twîtt û şiroveyên xortên tirkan binêre, mişt heqerat û xeberên pir pîs in. Çimkî dinya nedîtine, ji medenîyetê bêpar in, bêtolerans in.

Bi xebera ”amk, amk, siker.., sokar.., siker..”dest pê dikin û bi ”ibne, yavşak” diqedînin.

Xeber(çêr, sixêf) kultureke. Lê ev kultur ne kultura kurdan a otantîk û rastî ye, tesîra kultura tirkan û ereban e, kurdan ji wan girtiye.

Di medyaya sosyal da li minaqaşeyên xortên tirkan temaşe bikin, hûnê vê rastiyê bibînin.

Xortên tirk û alman û îngilîz miqayese bike, tu yê ferqa wê edebê û mistewayê bibînî...

Di minaqaşeyên swêdiyan da fakt, argument û zanîn heye, lê di ya tirkan zirzopî, tinaz û heqaret e. Xortên tirk bi hev ra, bi kurdan ra tu carî bi argument minaqaşe nakin, gef e, zorbatî ye, heqaret e.

Kurd di sohbeté da, di minaqaşén siyasì da tu carì gotinên pîs ji hev ra nabêjin.

Tirkén hevalén hev bi henek peyvên pir pîs ji hev ra dibêjin.

 

XXX

Di evînê da, di tîcaretê da, di siyasetê da dema îşê meriv baş neçe, gava kabê meriv mîr neyê meriv bînteng û cirnexweş dibe, hinekî şerrûd dibe.

Ji ber ku vê gavê rewşa me xerab e, dijmin me gelkî diêşîne û em nikanin heyfa xwe jê bigrin. em gelkî tije bûne.

Ji ber ku em nikanin bi dijmin, nikanin dilê xwe lê rehet bikin, em gazinan ji hev dikin, kar û xebatên hev naecibînin û carnan jî bela xwe di hev didin.

Di demên wiha da teşxeleyên wiha normal in, lê meriv di rexneyên xwe da balansê ji dest nede, dilê hev nehêle baş e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE