27 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -103-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1986-04-27

Ez û Mahmûd Kîper çûn mala Îbrahîm Guîlu. Me hinekî sohbet kir. Gotin hat ser Mehmet Ûzûn. Îbrahîm got:
”Mehmet Ûzûn ji min ra gotiye, Zinar di civînê da nivîseke 29 rûpel dirêj li ser romana min Tu xwend, ez rexne kirim. Min jê ra got, heyra, ji dêlî te 29 rûpel li ser min nivîsîye, te hinekî din jî xwe biwestanda, te romanek binivîsanda.”

Min got rast negotiye, di nabêna min û wî da tiştekî wiha derbas nebûye. Erê di civînê da ez peyivîm, lê min nivîseke 29 rûpel nexwend, min zimanê wî rexne kir û hin îdîayên dibêjin wî gelek tişt ji Hawarê û Ronahiyê diziye jê pirsî.

XXX
1985-04-27

Ez û Mahmûd Kîper û hin hevalên din ji şîna Samî Rahman rabûn rast çûn komelê, ji bo ku hin kêmasiyên Armancê temam bikim. Lê Hesen Yoldaş ne li wir bû.

Îro bîna min hinekî teng bû, min ji Mahmûd Kîper ra got em herin mala hevalekî. Ez û wî çûn mala Osman Aytar, me li wir şîva xwe xwar.

Me di sohbeta xwe da qala derketina ji Yekîtiya Çep(Sol Bîrlikê)kir. Min got derketina ji ”Sol Bîrlikê” şaş e. Mahmûd û Osman jî li dijî vê biryara partiyê bûn, bi ya wan jî derketina ji ”Sol Bîrlikê” ne rast e.
Bi baweriya min tu sebebekî cidî yê derketina ji ”Sol Bîrlikê”ê tune ye.

 

1996-04-27

Li gorî nivîskar, rojnamevan Jan Guîllou di kovara Ordfront (nr.3)da nivîsîye, Bassem Abû Şerîf di kitêba xwe ya bi Uzî Mahnaîmî(yekî cihû ye)da gotiye filistîniyan di warê eskerî da nikanîbûn zora Îsraîl bibrana. Wê demê alternatîf çi bû?
Basem gotiye: alternatîf Aştî bû.

Ez jî dibêjim tirk jî tu carî nikanin bi zorê şerê kurdan bisekinînin û wan teslîm bigrin. Wê demê alternatîfa viya çi ye?

Dibê tirk bi kurdan ra rûnin, bi rehetî mafê kurdan bidin. Erê PKK di warê eskerî da nikane zora Tirkiyê bibe, lê Tirkiye jî bi zorê nikane liberxwedana kurda bişkîne.

Kurdan fêmkirina bi şer nikanin zora Tirkyê bibin, mesele tirk in, dibê ew jî fêm bikin ev mesele bi şer naqede, dibê bi kurdan ra rûnin û mafê kurdan bidin.

Miletê tirk û siyasetmedarên wan hîn gelkî dûrî vê nuxteyê ne, nêta wan tune ye tu mafî bidin kurdan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar