27 april 2022

Facebookê nivîseke min a li ser Tirkiyê qedexe kir

Ecêba giran, Facebookê do ev nivîsa min "Tirk li sê perçên Kurdistanê kurdan mecbûrî koçberiyê dikin" qedexe kiriye, gotiye ev nivîsa te li dijî prensîbên me ye..

Lê heger li gorî te ev biryaram e şeş e tu kanî îtîraz bikî.

Edresa îtîrazkirinê daye min. Ezê îtîraz bikim, hela binêrim ewê çi bibêjin.

XXX

Facebookê rexnekirina Tirkiyê qedexe kiriye !
Min îtîrazî biryara rakirina nivîsa xwe kir, min got tu sebeb tune ye hûn nivîsa min rakin.

Lê Facebookê îtîraza min qebûl nekiriye, gotiye me li ser îtîraza te careke din nivîsa te nirxand. Nivîsa te ne li gorî prensîbên me yên civakî ye, lema jî em naweşînin.

Min di nivîsa xwe da heqaret li kesî nekiriye, kes rencîde nekiriye, min tenê qala zulma Tirkiyê kiriye.

Wer xuya dike Facebook qebûl nake meriv bi kurmancî jî Tirkiyê rexne bike.

Bi texmîna min yê gilî kiriye kurd e, tirk nivîsên kurmancî taqîb nakin, bala wan li ser nivîsên bi tirkî ye. Kurdên bûne xulam û abûqatên Tirkiyê û tirkan pir in.
Ez dibêjim belkî ji ber sernivîsê ye. Sernivîs wiha ye:

"Tirk li sê perçên Kurdistanê kurdan mecbûrî koçberiyê dikin"

Kanin bibêjin viya miletê tirk gişî îtham dike, lema jî ne rast e, dijatiya miletekî ye. Min bigota ”Tirkiye ya jî dewleta tirk” belkî ranekirina.

 

Bersîva Facebookê:

Your post violates our community rules so only you can see it.

We have confirmed that your post does not follow our community rules

We have reviewed your post again and it does not follow our community rules.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE