19 april 2022

Partiyên me bi destên xwe gorra xwe dikolin

Zarok jî, kerr û kor jî zanin dostî û hevaltiya hêz û partiyên kurdî bi Îranê û bi Tirkiyê ra malwêranî ye, kolana gorra xwe ye.
Dewletên welatê meriv dagir kirine tu carî nabin dost û xêrxwazên meriv.

Îran û Tirkiye bi qasî neyarên PKKê, PYDê ne hewqasî jî neyarên PDKê, YNKê û her partiya kurd û Kurdistanî ne.

Viya her tim eşkere nebêjin jî ji tarîxa xwe, ji pratîka wan em zanin tirk û ecem û ereb nabin dilxwaz û xêrxwazên tu kurdî, tu partiyeke kurd.

Zarok jî zanin bêtifaqî, şer û neyartiya nabêna kurdan; nabêna PDKê, PKKê, PYDê, YNKê û hêzên din ne karê aqil e, têkçûn e, wendakirina hemû mafên heyî ye û biserketina Tirkiyê û Îranê ye.

Li başûr û rojavayê Kurdistanê siyaseta partiyên xwedî hêz û hukim îro dimeşînin ne alameta xêrê ye.

Em destê xwe li koda tije dixin, bi zor, xêra alîkariya xelkê li başûr û rojava me wek kurd hin mafên netewî bi dest xistine, bi vê siyaseta şaş, bi hevalbendiya bi dijminan ra ewê jî ji destê me here.

Tiştê zarok bizanibin, tiştê ez texmîn bikim ne mimkûn e ev hêzên me nebînin û nizanibin. Lê ji bo çi wiha dikin, ji bo çi li hev nakin, ji bo çi hewqasî neyartiya hv dikin meriv fêm nake.

Em çi bibêjin bêhûde ye, hemû ji me gelkî jîrtir û zanetir in, gava neyartiya hev dikin, gava dibin dost û hevalên Îranê û Tirkiyê zanin çi dikin. Yanî li ortê tiştekî neyê zanîn tuneye, her tiştî bi zanîn dikin.

Lema jî tu aqilekî meriv bide wan tune ye. Ji wan yek jî ne motajî şîret û aqilê me ye. Ji bo wê jî ne hewce ye meriv belasebeb xwe li ber baranê şil bike.

XXX

Pîvana merivê baş û merivê xerab, merivê rind û merivê pîs şêla wî ya li hemberî dagirkerî û êrîşên Tirkiyê ye.

Kurdê hevalê Tirkiyê be, piştgiriyê bide êrîşên artêşa tirk yên li başûr û rojava ew merivekî pîs e, hur bênamûs e.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE