19 april 2022

Bêbextî ne karê mêrê çê ye !

Ev dinya wiha ye, merivên nankor, bêwefa di eynî wextê da bêbext in jî.

Roja tu wek wî nefikirî, roja tu bi kêrî siyaseta wî neyê te dike xerabê dinyayê, te dike gelac û provakator.

Mehmet Mamaş bêbextiyên mezin li Îsmaîl Beşîkçî dike. Ev ne exlaqî ye, ne karê kesê xwedî bext e.

Tiştê Mehmet Mamaş li ser Îsmaîl Beşîkçî gotine bêûjdanî ye, derî çarçeweya rexneyê ye.

Mehmet Mamaş gotiye: ”armanca Îsmaîl Beşîkçî a sereke şerekî di nava hêzên kurdan da derxîne. Beşîkçî bi zanîn derxistine pêş û xistine nav kurdan…”*

Ev gotin îthamkirina Beşîkçî bi ajantiyê ye. Îsmaîl Beşîkçî ne ajan e, ne provaktor e, ne merivekî xêrnexwazê miletê kurd e. Bi gotinên wiha îthamkirina Beşîkçî bêbextî ye.

Îsmaîl Beşîkçî ne pêxember e, ne merivekî bêkêmasî û bêqusûr e.

Helbet heqê her kesî ye hin fikrên, hin tiştên Îsmaîl Beşîkçî rexne bike. Ez jî hin meyildariyên wî, hin fikir û dîtinên wî rast nabînim û min rexne jî kiriye.

Îsmaîl Beşîkçî berê jî hin şaşî kirin, îro jî dike.
Mafê meriv heye fikrên wî yên meriv şaş dibîne bi termînolojiyeke siyasî û bi edeb rexne bike.

Lê heqaret, îthamkirina bi zilamtiya dewletê û bi fêsadiya bi zanetî bêbextîyeke mezin e. Yekî wek Mehmet Mamaş dibê hewqasî ne bêûjdan be.

Not:
*Tiştê Mehmet Mamaş li ser Îsmaîl Beşîkçî gotiye di malpera wî ya Facebookê da heye. Ji ber ku bi tirkî ye ez lînkê nadim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE