20 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -97-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 

XXX
1986-04-20

Çûm semînera Malmîsanij. Cî li Akala Traffê bû, saet di 13.00a da bû.
Semîner li ser tarîxa rojnamevaniya kurdî bû. Min semîner îdare kir.
 Li dora 50 kesî di salonê da hebûn. Semîner bi kurmancî bû, sê sat û nîva ajot.
Milet bi dil û can lê gudarî dikir.
Malmîsanij xwe baş amade kiribû. Hakimê mijarê bû.


Jixwe ew karê xwe tim cidî digre. Vê carê jî wisa bû. Kêfa her kesî jê ra hat.

XXX
1996-04-20

*Min ji diya xwe ra, ji Fûad ra, ji Berzan ra, ji Wehbî Aydin û Mûrad ra kartên Cejna Qurbanê şandin. Edresa Serwetê li ba min hebûya minê ji wê ra jî kartek bişanda. Ewê kêfa wê bihata...

*Ji hevpeyvîna Mûradhan Mûngan min hinekî din jî nivîsî, 6 rûpel man. Ew jî qediya.

1999-04-20

*Rayên HADEPê derket ji %4,5. Ez bawer dikim li dora milyonek û çarsed hezar ray e.

Li Wêranşarê serokatiya belediyê qezenc kirine, ev ne tiştekî hindik e. Li hember dewletê, hewqas axa û eşîr serketineke pirr mezin e.

*Li Wêranşarê ji bo muxtariyê dîsa şer derketiye, sê ya jî çar kes hatine kuştin. Ez nizanim kîjan eşîr e. Dibe ku menda bin.

Kanaleke tirkî nîşan da, ji birîndaran bi çend kesan ra peyivîn, digotin rayên me bi zor guherandin û di ser da jî li me xistin.

Li gor tiştên rojname dinivîsîne li gelek derên din jî tiştên wiha kirine, milet mecbûr kirine rayên xwe vekirî bidin. Lê gel vê jî netîce dîsa jî pirr baş e.

*Netîceyên hilbijartinan nehatin guhertin, DSP ya Ecevît bi %22 pûanî bû partiya yekê, MHP jî bi %18, 2 pûanî bû partiya duyem.

XXX


2000-04-20

Akîkoya japonî û Mumtaz(Nîmet Aydin) îşev bûn mîvanê me. Min ban Aslan Kaya û Evdilqadirê pismamê wî jî kir. Aslan gelkî kêfa wî ji Akîko ra hat, jê re gul jî anîbû.

 

XXX

2001-04-20

Merheba!

Salim*, me do(19/4) seet di 14 00 da cenazê Aslan rakir. Min temiya te bi cî anî. Bi rastî jî kurdên Li Swêd gelkî wefadar derketin. Ji roja wefata wî heta bi roja definkirinê kurd bi xurtî lê xwdî derketin û çi ji destên wan hat texsîr nekiirn.

Ez bi xwe bi vê wefadarî û qedirgirtina kurdan gelkî kêfxweş bûm. Tu qusûr û kêmasî tê nehîştin. Yanî meriv dikane bibêje fedekarî û keda Aslan nebû keda bersîs û bi erdê da neçû. Ev yek jî meriv gelkî kêfxweş dike.

Bi silavên biratiê

*Salim Çelçker

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar