20 april 2022

Rizgariya me di bawerî û xebatê da ye

Di van rojên teng da, di van şertên xerab û giran da gelek kes bêhêvî bûne, deng ji wan hatiye birrîn, ne himîn ji wan tê, ne jî gimîn, bi hustuxwarî li malikên xwe rûniştine, li bende rahma Xwedê ne.

Rewşa me çiqasî xerab be jî dibê em bêhêvî û qudûmşikestî nebin, tiştê ji me tê bikin.
Kara me di bêhêvîtîyê û di tembelîyê da tune ye. Tenê hêvî, bawerî û xebat kane me ji bindestiyê xelas bike, riyeke din tune ye.

Heger siyasetmedarên me, serokên me dev ji siyasetên xwe yên berberî û neyartiya hev berdin, wek bira dest bidin hev û xwe ji hevkariya dijminan dûr xin rewşa me ewê baş bibe.

Tiştekî din jî, dibê em fêsadiya hev, neyartiya hev nekin, tim terefdarê başiyê, hevkariyê bin.

 

XXX

Yado Can û Bedel Encu pesnê Îbrahîm Xelîl Baran dane, gotine ew merivekî sergiran, maqûl, bi kultur û zana ye.

Bi baweriya min jî Îbrahîm Xelîl Baran merivekî, siyasetmedarekî, edîbekî, zanayekî hêja ye. Him kurdan, him jî neyarên kurdan baş nas dike, tarîxa wan zane.

Ji bo ku ne murîdê hin partiyên mezin e xêrnexwaz û dijminên wî ji dostên wî pirtir in.

Heger Îbrahîm Xelîl Baran tirk bûya, ya jî yekî ewrûpî bûya kurdan ewê ew li ser destên xwe bigerandana. Ji bo ku kurd e tim di bin sansor û ambargoya kurdan da ye.

Çi heyf li ba partiyên me, civata me şelaf û murîd ji merivên zana û xwedî fikir bi qîmettir in.

Xwezî bi hezaran Îbrahîm Xelîl Baranên me hebûna...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE