21 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -98-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn. 


XXX
1986-04-21

Îro ez û Nîmet Aydin saet di 17.00a da çûn hefsê serdana Serdar Karataş.
Minê îro miracaetî hemwelatîtiya Swêd bikira. Min form dagirtiye, lê îro pê ra negihîştim. Ezê sibe bibim bidim pûlis.

XXX
1996-04-21

*Ji zû da bû min rismê zarokan negirtibû. Îro li parkê min çend rismên wan girt. Rismên zaroktiyê dema meriv mezin dibe, kal û pîr dibe û  li wan dinêre xatirayên xweş in. Yê min rismekî minê zaroktiyê tune ye, min pir dixwest rismekî minê zaroktiyê hebûya.

*Eyûb Alacabeg got Platforma Sosyalîst ew jî dawetî kongreyê kiribû lê ew neçûye. Got min ji wan ra gotiye ez bawer nakim ev kes kanibin bi hev ra bixebitin.
Li gor baweriya wî li hev bikin, tiştekî bi hev ra çêkin jî ewê umirkin be, ewê ne domdirêj be.

XXX

1997-04-21

*Mîrhem Yîgît telefon kir, got di 10 gulanê da li ser hin gelşên nivîskariyê em civînekê çêdikin. Gelek kes ewê wek axaftevan beşdar bibin, tu jî werî beşdar bibî.
Min got ezê werim. Civîn 10 gulanê saet di 14a da li Medborgarhust e.

*Ji roja eydiyê û vir da ye min çend caran telefonî Osman Ozçelîk kir lê bersîvê nade. Belkî numra li ba min şaş e.

*Min do bihîst Mahmût Al çûye Tirkiyê û hatiye girtin. Berê ji min ra qal kiribû, gotibû ezê herim.
Min jê ra gotibû berî tu here carê bide pirsîn, hela ka li ser te tiştek heye ya na?
Gotibû ya çêtir ez nedim pirsîn. Ez bidim pirsîn û derkeve li min digerin, wê gavê ezê nerim. Ewê jî ji min ra bibe derd. Ya baş ezê lêxim herim. Lê ya xerab ew ku min bişînin eskeriyê.

XXX

1999-04-21

Li ser netîceyên hilbijartinan divê kurd çi bikin, siyaseteke çawa bimeşînin, di vî warî da tedbîrên çawa bigrin, min tiştekî kin nivîsand û ji Gunay Arslan ra şand.
Min bi Tirkî nivîsand. Ji ber ku bi qwasî ez zanim kurdiya wî zeîf e.

Îro dîsa roja Rojen ya Logoped bû. Logopedê bîstekê pê ra lîst, hin pirs jê kirin û hin risim rê dan. Got tu kekeziyeke mezin pê ra tuneye, tenê di destpêka axaftinê da li hin gotinan disekine. Ev jî di rojên pêş da dikane wenda bibe.


XXX
2015-04-21

Gelo zanî min chiqas bîra te kirye? Sala tê ezê bivim heyshtê salî.
Berî ez bivim kalekî ??? salî, bi seredan were dîtinya min,em rojên xwesh bi hevra derbaz kin.
Celîlê birê te.

 

XXX
2015-04-22

Ser serê min keko. Bi mazûbaniya te ezê kêfxweş bibim. Kitêbxaneya min jî di emrê te da ye. Bimîne di xweşiyê da.

Zinarê Xamo

XXX

2001-04-21

Ji Elî Bûran ra

Merheba ElÎ!

Ez bawer im haya te ji mirina Aslan Kaya tune ye. Aslan di nehê vê mehê da ji krîza dil ji nav me koç kir û çû gerdûneke din. Bi mirina wî ya ji nişkave ez gelkî êşiyam û hîn jî ji bin tesîra wê derneketime.
Me cenazê wî di 19ê mehê da rakir û li vir veşart. Fexrî jî hat, sibe vedigere mal. Seyfo jî hatibû.

Aslan merivekî gelkî hêja bû, lema jî kurdên Swêd ew bêxwedî nehîştin û bi camêriyek mezin lê xwdî derketin, gelek qedir û qîmet danê. Helbet Aslan layiqî ji vê bêtir bû jî.

Bimîne di xweşiyê da

Zinarê Xamo

Stockholm

XXX

22/4-02

Ji Îsmet Kem ra,

Birayê hêja, min ev nivîsa jêrîn di hivdê(17/4) mehê da ji we ra şandibû. Heta nuha we tu bersîveke neda min. Li hember vê şêla we bi rastî ez mit û mam. Min qet texmîn nedikir ku dema karê we bi yekî biqede hûnê tenezul nekin bersîveke bi du gotinan jî bidinê. Ez wê nameya xwe îcar ji te ra dişînim. Tu bersîvê didî  yan jî nadî tu bi qîma xwe yî. Lê divê tu baş bizanibî ku ev şêla we ne şêleke medenî ye.

Bimînin di xweşiyê da

Zinarê xamo

Stockholm

XXX

17/4-02

Ji berpirsiyarê Ozgur Polîtîka ra,

Divê min îro(17/4) nivîsa xwe ya ji bo Îlawe yê ji we ra bişanda. Lê ez naşînim; ji dêl wê ve ez vê nameyê dinivîsim.

   Wek divê tu jî bizanibî, min du sal û nîvan, bêyî qurişek menfeeteke maddî, her hefte, ez bawer dikim zêdeyî 120 çîrokên Kurdî ji rojnama we ra nivîsand. Di nabêna van du sal û nîvan da min yek carê jî nivîsa xwe dereng nexist; her hefte du rojan berî weşanê nivîsa min tim di destê we da bû. Yanî min tu carî sesarî nekir û karê we li hêviya nivîsa xwe nehîşt. Ji bo vê xebata min ya du sal û nîvan we yek carê jî bi min ra têkilî dananî, ne bi devikî û ne jî bi nivîskî spasî min nekir û negot "mala te ava.!" Li gel vê jî min ev têkiliya we ya sar tu carî ji xwe ra nekir gelş û karê xwe sist nekir. Çimkî baweriya min ew bû ku karê min dikir, min ji bo xwe û ji bo gelê xwe dikir. Berî nuha bi çend heftan min carê dît ku nivîsa min di rojnameyê da tuneye. Min telefon kir û bi Selîm ra peyivîm û min sebebê neweşandina nivîsa xwe jê pirsî. Selîm ji min ra got, weleh me ew rûpel guherandiye û êdî em çîrokan naweşînin. Ji dêlî wê ve em dixwazin tiştên mîzahî biweşînin. Yanî bêyî ku haya min bête gîhandin û ji min ra bête gotin, "bira weleh êdî ji me ra nenivîse", quncikê min hatibû rakirin. Min acizî û nerastbûna vê şêla rojnameyê ji Selîm ra got. Ne ku ez dibêjim hûn nikanin quncikê min rakin. Tenê ez dibêjim berî rakirinê divê ji min ra bihata gotin. Di dema axaftina me da Selîm xwest ku, heger tiştên min yên mîzahî hebin ji we ra bişînim, yan jî di vî warî da ji we ra bibim alîkar. Min got baş e, ezê her hefte çend pêkenokên Kurdî ji we ra bişînim. Û min dest pê kir, sê çar heftan şand. Piştî sê çar heftan, wek bûyera çîrokan, min hew carê dît ku quncikê min dîsa hatiye rakirin û bûye Tirkî. Wek berê, îcar jî ji min ra nehat gotin ku ewê quncikê min rabe û divê ez nenivîsînim. Ji ber ku haya min ji guherandinê tunebû, min hefta berê jî her nivîsa xwe şand. Bi kurtî ez vê şêla we rast nabînim û protesto dikim. Û di dawiyê da dixwazim pirsekê ji we bikim:

   Gelo hûn li hember hemû rojnamevan û nivîskarên rojnameye xwe weha ne ya jî li hember min tenê?

   Heger hûn li hember min tenê weha ne, ji bo çi?

   Divê meriv li hember însanên xebatkar, li hember dost û nasên xwe qedirşînas û wefadar be. 

   Bi silavên dostaniyê

 Zinarê Xamo

  

XXX
2021-04-21

Merheba ji te ra birayê min, Abdulayê* hêja!
Ji ber ku te kitêba nameyên Rilke kiriye kurmancî ez pir kêfxweş bûm. Nameyên Rîlke kilasîkek edebî ya cîhanê ye, dibê ev şaheser bi kurmancî jî hebe. Lema jî bi wergera wê te karekî pir baş kiriye, ez te pîroz dikim.

Lê bi bawerîya min navê wê şaş e, bi tirkî wisa dibe.
Lê bi kurmancî şaş e. Jixwe tirkan wer jî tercume kirine: ”Genç Bir Şaire Mektuplar”.
Lê bi kurmancî navê wê dibê ”Nameyên ji şairekî ciwan ra” be.

Bi swêdî jî wisa ye, ” Brev till en ung poet”.
Bi almanî jî navê wê ” Brief an einen jungen Dichter.”
Yanî name tê serê cumleyê.
Lema, heger çap nebûye nave wê rast bike.
Gelek silavên dostaniyê.
Zinarê Xamo 2021-09-04 Stockholm

Sipas ji bo bersîvê. Tu bi kêfa xwe yî.
Min got ez bala te bikişînim ser ferqa nav. Name ne yek e, gelek name şandine. Lê navê kitêbê "Ji şairekî ciwan ra name" ye.
Bi tirkî jî name plûral e: "Genç bîr şaîre mektuplar" e.
Yanî "Mameyên ji şaîrekî xort ra."
Bi swêdî jî wisa ye.
Gelek silavên biratiyê.

*Abdullah Încekan

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar