Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-19
Îro saet di 13.00a da li Stockholmê li meydana Sergelstorgetê li dijî êrîşa
Amerîka ya ser Lîbyayê meşek mezin çê bû. Ez jî tevî meşê bûm. Em hetanî ber sefareta
Amerîkayê meşiyan.
Piştî wê, vê carê jî Yekîtiya Çep û çend komeleyên din li çûn ber
konsolosxaneya Tirkiyê, Tirkiye protesto kirin. Ez tevî vê meşê bûm. Em li dpra
200 kesî hebûn.
Min got delalê,
ez heyrana wê bejnê, wê balê
Ma ewê kafirstanî be tu bîstekê werî ba kalê
Got ev çi şax e, ev çi derax e, ma tu nizanî tu êdî kal e?
Min got lê delalê, çevkespikê, enî hîlal ê, çi qeimî ye?
Got, ma tu nabînî tayên sipî di nava por û simêlan da sipî dikin wek berfa Qerejsaxê?
Min got roniya herdu çavan, tu şaşî ji erd hetanî ezman, ev ne dîlîlê xort î kal e
ew nîşana wexta emal e
Keniya, lêv hil kir û got:
”De here, here, ev ji xwe ra gotin û galgal e.”
XXX
1987-09-19
*Min îro çîroka Esma Ocak "Pîreka di kelekê da" ji nuh va nivîsî. Di wergera wê da min zahmetî gelek kişand. Lê karê Xwedê qedandin e, ew jî qediya.
*Êvarî min lawikê me Azad(11 salî ye) şand rojnameyekê bikire. Min got heger şîosk(bufe) girtî be here markêtê, li wir heye. Çû hat got şîosk girtîbû. Şîosk nêzî mala me ye, markêt hinekî dûr e.
Min got:
-Çima tu neçû dikanê?
Got:
-Ez nikanim, ez westiyayî me.
Ez hinekî aciz bûm, min lê nexist, jê ra xeber neda, min tenê gazin jê kir, min got meriv nikane bi ewladê xwe karekî bide kirin. Xwe aciz kir, ji min ra got:
-Çima tu nare ?
Ez di ciyê xwe da tevizîm, min ji xwe ra got, ev nîna ye, tirnîna hîn maye.
XXX
1999-04-19
Netîceyên hilbijartinan hema hema diyar bûn. Milletê tirk ji
faşîzmê ra got belê!
Ecevît bû partiya yekê, MHP jî bû ya duduya. Helbet netîceyeke pirr xerab e.
Çimkî di mesela şovenîzmê û dijminatiya kurdan da Ecevît ji Bahçelî ne kêmtir
e.
Li alî din di bin van şertên giran, teror û gelek astengî û dijwariyên eşkere û bi dizî da HADEPê li Kurdistanê dîsa jî gelek ray girt û bû partiya yekê.
Li gor texmînên heta nuha HADEPê ji %4,3 yên rayan girtiye. Li heft wîlayetên Kurdistanê(bajarên wek Diyarbekr, Wan, Bîngol, Batman, Sêrt, Agirî, Hekkariyê û gelek qezayên din) serokatiya belediyan qezenc kiriye.Ji bo kurdan ev yek bi serê xwe serketineke mezin e. Nuha divê meriv rûne û netîceyên siyasî ji vê yekê derxe. Dibê meriv li Kurdistanê siyaseteke çawa bimeşîne û bi kîjan riyê meriv kane partiyên tirkan pûç bike?
XXX
2011-04-19
Merheba birayê Robîn Reşwan,
Birayê Robîn Reşwan, gelek sipas ji bo vê agahdariya we. Bi çêkirina bloga
we ez pir kêfxweş bûm.
Bi dîtina min we ji bo pêşketina zimanê kurdî karekî baş kiriye.
Ez we pîroz dikim.
Birayê delal, dibe ku hûn nizanibin, blogeke min jî heye. Bloga min xurrî bi
kurdî ye û ji sala 2007-a û virda ye ez her şev di vê bloga xwe da nivîsekê
du nivîsan diweşînim.
Cara pêşî min dest bi blogeke xurrî bi kurdî kir. Yanî ez blogîstê zimanê kurdî
yê pêşî me.
Di van çar salên borî da min dît ku heger kurd înternetê baş û bi zanetî bikar
bînin dikanin feydeyên mezin bigihînin ziman û edebiyata kurdî.
Ji bi vê gava we ya hêja ez careke din we pîroz dikim.
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar