19 april 2022

Tiştê di destê me da maye leqleqa vala ye

Mêrik got, mam hemdan, me çêle û gul ji dest dan, maye em û xeberdan.

Dijmin karê xwe dike, êrîşa xwe didomîne. Yên dibê deng bikin deng nakin, lê sêr û temaşe dikin, di destê me hinekan da jî tenê maye xeberdan. Ew jî pera nake, bêfêdê ye.

Pitepit û leqleqa vala tu giranî û tesîra xwe tune ye. Bi gotinên di medya sosyal da em nikanin tu havlê bikin, tu giraniyeke me tune ye. Herî zêde em dilê hev dihêlin.

XXX

Oscar Wilde li ser kitêbeka baş gotiye, ”Piştî xwendina kitêbekê heger bi însên ra zewqa xwendina careke din çênebe tu qîmeteke xwendina wê kitêbê tune ye.”

Pîvaneke pir giran e. Gelo çend kitêbên kurmancî hene piştî meriv qedand, meriv dixwaze careka din bixwîne?

Hêvî dikim pir in.

 

XXX

Serokê CHPê kemal Kiliçdaroglu, bêşexsîyetê dibêje ez tirk im di twîtteke xwe da gotiye:

”Di operasyona Pençe Kilîtê ya li bakurê Îraqê tê kirin duayên me ji artêşa me ye qehreman ra ye. Xwedê di vê meha mubarek da nigên Mehmetcikên me li kevir nexîne.”

Pîvaz ha sor, ha sipî ferq nake, pîvaz pîvaz e. Kurdên bûne tirk û hevalên tirkan ji tirkên faşîst ne baştir in.

 

XXX

Birîna xencerê derman dibe, dikwe, birîna gotinê tu carî derman nabe.
 

Sam Ewing : Gava erd giran dibe, zor û zahmetî xwe nîşan dide qerekterê însên xwe dide der, hinek zend û bendên xwe vedimalin, hinek ruyê xwe ba didin, hinek jî beta dibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE