Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1997-04-18
Îro Cezna Qurbanê ye. Lê em tenê zanin îro eydî ye. Me ne
hazirîyek kiriye, ne şekirê eydiyê kiriye û ne jî xwarina eydiyê çêkiriye. Û ya herî muhîm
jî me ji zarokan ra kincên nuh jî nekirine.
Mîvanên eydiyê jî tunene.
Çi ye, çi ye îro eydî ye, çavo qelişyo...
A xerîbî, sirgûnî meriv wiha ji kultur, ji urf û adetên, ji kok û rehên meriv qut dike. Zarokên
di van şertan da mezin dibin ji kultur, urf û adetên kurdî bêpar dibin, tenê bi
nav kurd in. Rewşa me dişibe dareke bêber, em ji rehên xwe, ji civata xwe dûr
ketine, emê hêdî hêdî bihelin û wenda bibin.
XXX
2001-04-18
Mihemed Emîn, birayê delal!
Gelek spas ji bo name û malpera te ya xweşik. Ez pê gelkî
kêfxweş bûm. Helbet ezê lê binêrim û di warê zimên da pêşniyarên xwe ji te ra
bibêjim.
Lê nuha ez hinekî meşxûl im. Dibe ku tu nas bikî, ji Wêranşarê
hevalekî min yê pir hêja, Aslan(Mehmet Kaya)di nehê(9) mehê da li vir ji nişka
ve wefat kir. Nuha em bi rakirina cenazê wî meşxûl in.
Birayê wî Fexrî Kaya jî
ev çend roj in hatiye. Ez bawer dikim heta dawiya heftê emê cenazê wî rakin.
Heger problemek dernekeve hefta pêş me ezê li malpera te binêrim.
Ez nizanim tu Aslan nas dikî ya na, lê gelê Kurd
welatperwerekî pir hêja wenda kir. Çi heyf ku pir zû çû. Aslan 49 salî bû. Emê
li vir veşêrin.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar