18 april 2022

Yadkirinek dereng !

 

Pîrika min Sita Xamo

Îro roja wefata pîrika min Sita Xamo (1894-01-04-1983-04-18)ye.
Min pir dixwest berî wefata wê li ber serê wê bûma, temî û wesiyên li min bikira û dema wefat kir jî ez têketama bin darbesta wê, min wek wezîfeya xwe ya dawî mistek axa sar bavêta ser gorra wê...

Lê çi heyf ev yek nebû nesîbê min, wê demê çûna min a welêt ne mimkûnbû.

Sala 2010a dema ez vegerîyam welêt ez çûm ser gorra wê û min uzrê xwe jê xwest, min got ”pîrê, min efû bike, ez pir dereng mam, hêzên dagirker nehîştin ez têkevim binê darbesta te !”

Îro 39 saliya wefata wê ye. 89 salî di 18ê nîsîna 1983a da wefat kir.
Di 39 saliya wefata wê da ez dixwazim wê bi hezkirineke mezin pîrika xwe Sita Xamo bibîr bînim, wê yad bikim, bi çend gotinan be jî ji we ra qala serpêhatiya xwe û wê bikim, bira ev kul bi min ra neçe gorrê.

Erê ew pîrika min bû, lê wek diya min bû, wê ez mezin kirim.
Lema jî min pir jê hez dikir, ez heftê carê, du hefta carê diçûm mala apê xwe Hecî Emer ba wê.

Ji sohbet, henek û xemîşokên min pir hez dikir, her cara ez diçûm balê, digot de ji me ra xemîşokekê bibêje, xemîşokên te xweş in.

Min jê ra xemîşk(çîrok, mesele) digot, min pişta wê miz dida, min texlîdên şerê diya xwe û amojna xwe Edê û apê xwe yê Şêmihemed dikir. Ji kena zik dibû, digot, ”wele te got û biland”!

Li gorî diya min a rahmetî dûra ji min ra digot, ez wer di himêza wê da bûme, wê ez mezin kirime, dema kar dikir jî ez li pişta wê bûme.

Gelek neviyên wê hebûn, lê di nav gişan da ji min pir hez dikir, dixwest ez tim herim ba wê û pê ra sohbet û heneka bikim. Heta ez li welêt bûm ez tim diçûm ba wê, carnan ew jî dihat mala me.

Bîranînek min a pişta wê heye. Daweta apê min Hecî Emer bû. Sîtil û beroşên xwarinê li ser kuçikan bûn û pîrika min jî agirê binê wan tevdida, ez jî li pişta wê bûm.

Belkî ez 3 salî bûme. Hewşa me qelebalix bû. Nizanim ji bo çi bû ez digrîyam û aş nedibûm. Pîrika min çi dikir jî ez nedisekinîm. Dawiya dawî destê xwe dirêjî pişt xwe kir û kulêmeka min baş qurincad, got ”huş be, te xêr e”!
Ez bêtir azirîm…

Min ev mesele carnan jê ra qal dikir, dikeniya, çi digot nuha nayê bîra min…
Pîrika min keça Mihê Xeloyê mexsoyî bû. Bavê wê mezinekî bera Mexsoya bûye. Di temenê xwe yê biçûk da bi kalikê Min Sînoyê Xamo ra zewicî ye komek zarokên wê çêbûne.

Kalikê min Sîno piştî şer û kuştinekê ji gund hatiye ketiye bajêr. Berî Şerê Cîhanê yê Yekê ew birine leşkeriyê û zarok di hustiyê pîrika min Sitê da mane. Leşkeriya wê demê 4. 5, 6 sal bûye, gelek diçûn û venedigeriyan.

Du lawên xwe, bavê min û apê min Hecî Emer dane xwendin, debara malê ketibû hustuyê wê.

Ji xelkê ra qazax, gore, tevn, kum çêkirine, nivîn deribandine û bi vî hawî debara zarokên xwe kiriye.

Piştî qedandina Şerê Cîhanê kalikê min hatiye mal, lê nexweşekî giran bûye û piştî demekê miriye, 6 zarok di hustuyê wê da mane.

Dûra hersê lawên wê mezin dibin, ji hev diqetin. Pîrika min diçe ba lawê xwe yê biçûk, Emer.

Halê bavê min û apê min Hecî emer xweş dibe, zengîn dibin, herdu jî li Wêranşarê dibin du kesên xwedî gotin, peyayên daw û dozan.

Sita Xamo jineke bi xîret, sergiran û pir kibar bû, zarşîrîn bû, pir dihat hezkirin. Ev vê pîra ez mezin kirim, ez li pişta xwe gerandim di 39 saliya wefata wê da bi hurmet û bi hezkirine pir û pir mezin yad dikim. Gorra wê bihuşt be!

Pîrê, ez tu carî te ji bîr nakim, tu yê her tim gul û sebra dilê min bî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE