Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-17
*Di rojnameya Aftonbladetê da li ser kuştina Olof Palme(Serokwezîrê Swêd yê di
28ê sibatê da li Stockholmê hat kuştin. Qatil hîn nehatiye girtin.) Yekî 48
salî girtine. Rojname dibêje ew hevalê yê berê hatibû girtin e.
Xelkê digrin lê piştî rojekê, du rajan berdin. Ez bawer nakim ji vî jî tiştek
derkeve.
*Çûm çapxanê ji bo çapa kitêba Malmîsanij bi xwediyê çapxanê ra peyivîm. Me ji
bo 1600 hebî bi 11.000 kronî li hev kir.
XXX
1996-04-17
Ji kitêbxana Forsakrîngskassan a merkezî kitêba min temî
kiribû îro ji min ra hat. Ji zûda bû min temî kiribû. Navê kitêbê ”Att tala
înfor pumlîk” e. Yanî axaftina li ber kîtleyê.
Min jê 66 rûpel xwendin.
Kitêbeke pir enteresant e. Ji bo ku
meriv bibe xatibekî baş gelek pêşniaran dike.
Pêşniyar giş jî tiştên basît in,
lê meriv qet bîr nabe tiştên wiha kane meriv bike xatibekî baş.
XXX
1999-04-17
Kurdekî ji Kurdistana Îranê li Enstîtuya Apociyan li ser
teoriya romanê semînerek da, ez çûm min lê guhdarî kir. Gelkî kêfa min jê ra
hat. Xortekî têra xwe zana û bi kultur bû. Li ser tarîxa romanê û teoriya wê
gelek tiştên cidî û hêja got.
Di nav kurdên Kurdistana bakur da kesekî wiha zana ez nas nakim, belkî jî tune
ye.
Mîrhem Yîgît dîsa çend rûpel werger bi zor xist hustiyê min.
Min nedigirt, bi zor da min. Ez ji Mîrhem hez dikim, lê belê ev ehlaqê wî qet
kêfa min jê ra nayê, meriv di ûdê da dihêle.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar