Di mesela asîmîlasyonê da ev çend car in tiştekî pir ecêb bala min dikşîne. Ez dixwazim li vir bi kinî ji we ra qala wî tiştê ecêb bikim.
Cîranekî me yê kurdê Konyayê heye, her cara em rastî hev tên em silavê didin
hev, li halê hev dipirsin. Ne malxuyê malê, ne xanima wî, ne jî lawikê wan bi
me ra tu carî tirkî napeyivin. Em bi hev ra bi kurmancî dipeyivin.
Ew xwe bi xwe, bi hev ra jî bi kurmancî dipeyivin. Min qet nedîtiye bi hev ra tirkî
bipeyivin.
Ev çendake mîvanekî wan ji Konyayê hatiye. Ya bavê mêrike, ya bavê jinikê ye.
Çendakî berê neviyê wî em bi hev da naskirin, got viya kalikê min e, hatiye mîvaniya me.
Li taxa me malên wan pir in, rojê li malekê ye. Her cara em rastî hev tên devê wî tim li ser tirkî ye, bi min ra bi tirkî dipeyive, gava bi tirkî bersîvê nadimê diqulibîne kurdî, lê piştî çend gotinan dîsa dest bi tirkî dike.
Bîstek berê gedê bûka wî di erebê da çû mala cîranê me. Li derî xist, dema derî lê vekirin bi tirkî peyivî, got ma qey deng nedihat we?
Li hewşê him bi gedê biçûk ra, him jî bi jinika cîrana me ra bi tirkî dipeyivî. Jinik bi lawikê biçûk şa bû, kurmancî pê ra peyivî, lê yê kal tim bi tirkî dipeyivî.
Tiştekî pir ecêb e, zarokên wî, neviyên wî, zarokên neviyên wî bi hev ra bi kurmancî dipeyivin, lê kalikê wan ê 80 salî bi wan ra bi tirkî dipeyive.
Di normalê da gerek kalik û pîrik zêde asîmîle nebûbin, meyla wan tim li ser kurdî be, lê tiştê min dît eksê vê ye, kalik zarokan, neviyan mecbûrî tirkî dike.
Zarokên wî, nevîyên wî asîmîle nebûne, kalik asîmîle bûye û wan jî mecbûrî axaftina tirkî dike.
Kalê li Konyayê zarokên xwe bi kurmancî mezin kirin, nehîşt asîmîle bibin, îro bûye destarê asîmîlasyona wan. Ev yek ji trajediyê jî wêdatir û mezintir e.Heger av kal li vir bimîne ewê zimanê ferdên malbatê gişan bike tirkî, ewê gişan asîmîle bike. Ew here kîjan malê ewê bi tirkî bipeyive û civatê mecbûrî tirkî bike. Tiştekî pir ecêb e, pir trajîk e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar