24 april 2022

Ji bo serketinê ked û xabat lazim e

Rast e, carnan di jiyanê da hin tesadufên baş çêdibin, ji meriv ra li hev tê, meriv bi ser dikeve, qezenc dike.

Lê di asasê xwe da tiştê meriv bi ser dixîne, digihîne zaferê ne tesaduf e, xebat e, ezm û sebat e.

Ji bo ku meriv tiştekî biçîne dibê meriv berê çandibe, ked û emeg dabe wî erdî. Xwediyê kedê mîrê Misrê ye.

Em bixebitin, em bi hev ra bin, bi tifaq bin zû derebg emê ji xebata xwe mahsûleke baş bigrin.

XXX

Ne sal û umirê meriv, serpêhatî, ketin û rabûn meriv fêr dike, meriv baqil dike, meriv dike xwedî tecrûbe.

Lê kesên ji serpêhatiyên xwe, ji ketin û rabûnên xwe ders û ibretê nagirin pir in.

Heger serok û siyasetmedarên me ji tarîx û serpêhatiyên xwe ders girtibûna hewqasî nediketin gewriya hev, nuha bi hev ra bi tivdîr û bi tifaq bûn.

 

XXX

Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiye wek keriyên gurên devbixwîn dora kurdan girtine û her roj dajon ser kurdan, gund û bajarên me bombebaran dikin, mirovên me bi çolan dixin. Tirkiyê li sê beşên Kurdistanê bîn li kurdan çikaniye, li hemerî miletê me teroreke nedîtî dide meşandin.

Tirkiyê û Îranê zindanên xwe tije kurd kirine. Sûriye dixwaze bi birçîbûnê kurdan teslîm bigire.

Partiyên me li hemberî vê êrîşa gurên har hîn jî bêtifaq û şeqşeq in. Meriv nizane çi bibêje! Bêyî xemgîniyê tiştek ji destê me nayê.

 

XXX

Rêşad Sorgul vê carê çîroka Qertel û kûsî dixwîne. Bi zarokên xwe bidin gudarîkirin, bira li macerayên kusî û qertel gudarî bikin.

Lê êdî kitêbê jî bikirin, bira zarokên we van çîrokên mişt macere bixwînin, jê kêfê û gelek dersan bigrin.

Xemîşokên lawiran zinh û asoya zarokan fire dikin, qabîlîyeta wan a fantaziyê xurt dike û bi pêş dixe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE