Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-04-24
*Ez îro hinekî nerehet im, min xwe nexweş nivîsî, neçûm kar.
*Henefî Celeplî vêsê telefon kir, got li Kampa Sundsvalê dikin xortekî kurd ji
ber xapatên wî yên siyasî dikin rakin kampeke din. Heger tu midaxale bikî ewê
baş be.
Min telefonî kampê û mamosta wî lawikî kir. Min ji wan ra got wek Federasyon em
li dijî vê biryara hatiye girtin.
*Min û Henefî li bajêr saet di 16.00a da hev dît. Me bi hev ra tiştek nivîsî û
bir da TT(Ajansa Xebera).
*Min telefonî Seyidxan kir, min got dibê hûn kongra komela xwe
çê bikin.
*Hesen Yoldaş bi şev telefon kir, xwest ez sibe herim komelê, hin kêmasiyên
Armancê hene, rast bikim. Min got bira, ezê werim.
*Saet di 23.00a da Mûrad Ciwan telefon kir, wî jî xwest ez sibe herim komelê belavoka
1ê Gulanê binivîsim.
Min got heta 16.20 wexta min heye, jê wê da ez nikanim bisekinim. Çimkî civîna
me li Federasyonê heye. Got wê demê ezê li dora 15.00a werim.
XXX
1987-04-24
Ez, Mûrad Ciwan, Selîm Bakac, Hesenê Farqînî, Nafî Çilgin û çend hevalên din bi mînubûsekê em çûn Almanyayê şeva partiyê.
Min berê gotibû ez nayêm, Înterpol li min digere, ez werim ezê werim girtin.
Roja dawî min bala xwe dayê heger ez neçim ezê werim afarozkirin, fena ku di cephê da min terka hevalên xwe kiribe û ez reviyabim. Ev paşgotinî hat guhê min.
Min zanîbû heger pûlisê alman kontrol bike ezê werim girtin. Çimkî ez 6 sal berê(20/11-81)li Stockholmê hatibûm girtin, du heftan girtî mabûm, lê bi saya alîkariya hevalan, Mahmûd Baksî û hin swîdiyan Swêd ez teslîmî Tirkiyê nekirim. Lema min zanîbû Înterpol li min digere, lê hin hevalên me bawer nedikirin. Ji bo wê ez jî bi wan ra çûm.
XXX
1999-04-24
*Do kanala STARê bû, îro jî TGRTê dereweke wek ya Starê li
hev anî, got Kanî Yilmaz bi dostikeka xwe ya spîkera Med TVê ra nizanim çend milyon
dolarê telewîzyonê xwariye û ji ortê wenda bûye. Diyar e ji îro û pêda emê li
gelek derewên wiha guhdarî bikin.
*Min telefonî Ozgur Polîtîkayê kir û nivîsa Remzîye pîreka
birê xwe Fûad pirsî. Yê bi min re peyivî got me biryar daye emê biweşînin.
Li ser hilbijartinan min pêşniyar kir, min got ne wek
prosent, lê heger rayên HADEPê bajar bi bajar bidin ewê pir baş bibe. Yanî di
1995an da li ku derê çuqas ray girtibû û nuha çuqas ray girtiye. Got ezê vê pêşniyara
te ji hevalan ra bibim.
2001-04-24
Merheba Lokman!
Bi rastî li hember te ez gelkî şermezar im. Lê wefata Aslan Kaya
qet di hesêb da tunebû, ji nişka ve tesîrek mezin li psîkolojiya min kir. Û
jixwe heta roja Şemiyê, bi şev û roj ez wer li şînê bûm. Birayê wî roja Yekşemiyê
çû. Nuha nivîsek din di destê min da ye, divê heta roja Pêncşemiyê ez teslîm
bikim. Piştî wê dora tê ya te. Dawiya heftê ezê li ser bixebitim û hewil bidim biqedînim.
Ez hêvî dikim ku tu yê li qusûra min nenêrî
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar