25 april 2022

Kurdan bi îrada xwe ya azad asîmîlasyon tercîh nekirine

Kurd bi îrada xwe ya azad, bi daxwaza xwe asîmîle nebûne.
Welatê kurdan hatiye dagirkirin, kurd bi darê zorê, bi qedexekirina kurdî, bi tunebûna dibistanên kurdî, bi mecbûrîyeta perwerdeya bi tirkî asîmîle bûne û dibin.

Di asîmîlasyona kurdan da îradeyeke azad, tercîheke azad tune ye, tiştê bûye sebebê asîmîlebûna kurdan zor e, dagirkerî ye, tunebûna dibistanên bi kurdî û perwerdeya bi tirkî ye. Fêrbûna tirkî li ser kurdan hatiye ferzkirin.

Kîjan milet be di van şartan da ewê bihele, asîmîle bibe.

Ev du sed sal in kurd li hemberî asîmîlasyonê li ber xwe didin, asîmîle nabin, ziman û nasnameya xwe diparêzin.

Lê ev liberxwedan hetanî derkê ye, demek tê miqawemet pere nake û hêzên sedrdest bi ser dikevin. Hedefa tirkan ev e, di demeke dirêj da kurdan hêdî hêdî bihelînin, bikin tirk.

Li hemberî vê hedefa tirkan dibê meriv çi bike?

Dibê meriv li dijî asîmîlasyonê micadelê bide, xelkê şiyar bike, qala zirarên asîmîlasyonê bike. Bibêje bi asîmîlasyonê kurd dibin tirk.

Hin kes dibêjin kurd bi zor, bi şûr bûn misilman, çima hûn li dijî wê jî dernakevin ?

Rast e kurdan bi darê zorê îslamîyet qebûl kirin, dibê meriv tarîxê bi belge, bi delîl bibêje.

Lê misilmanbûna kurdan û asîmîlasyona wan new ek hev e, guhertina dîn û ziman yanî asîmîlasyon ji hev pir cihê ne.

Li dinyayê ne kurdan tenê, gelek miletan dîn û mezheb guhertine.

Tirkên şaman û ji dînekî din bi qebûlkirina îslamê ra wek milet neqediyan, bûn tirkên misilman.  

Bi qebûlkirina îslamîyetê kurd bûn kurdên misilman, nebûn ereb û miletekî din.

Bi asîmîlebûnê miletê kurd, zimanê kurdî, muzîka kurdî namîne, kurd dibin tirk. Lema jî dibê meriv li dijî tirkbûna kurdan derkeve, nehêle kurd bibin tirk.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE