25 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -101-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-04-25

*Civîna Komîta Karger a Federasyonê hebû. Aram û Nebî nahatin civînê. Aram ji Şiyar ra gotiye ez nikanim werim civînê.
Nebî telefon jî nekir. Ev civîn bê teq û req derbas bû.

*Mumtaz(Nîmet Aydin) ewê belavoka 1ê gulanê baniya, minê binivîsîya. Lê nehat. Hesen Yoldaş hat komelê min hin kêmasiyên Armancê tamam û rast kirin.

*Ez bi Azad û Rûkenê ra neçûm logoped, karê min hebû. Hêvîyê ew birin. Zimanê Azad bêtir giran e, bêtir lê disekine. Ev jî bêşansiya me ye.

XXX
1996-04-25

*Tu nemabû Rojenê me hevpeyvîna Mûradhan Mûngan, beşê min heta nuha jê nivîsîye xera kiriba. Piştî kar min got ez çend rûpelên din binivîsînim.

Ez bawer dikim min rûpelek nivîsîbû, nizanim ji bo çi bû ez ji ber kompîtorê rabûm.

Min hew carê dît qîrînî bi Serhat ket, got bavo, Rojen nivîsa te giş xera kir!

Min baz da, ew ji wir dûr xist. Şansê min hebû, nîv rûpel tenê xera kiribû. Beşê din ji xerabûnê xelas bû. Dibê ez vê heftê biqedînim.

*Tirk li ser sexteakriya Çîlerê dîsa bi hev ketine. Îhtîmal heye tifaqa Çîller û Mesûd Yilamz xera bibe.

 XXX
2023-04-25

Ji Necat Zivingî ra

Necat merheba!
Ji zûde ye difikirîm ji te ra tiştekî bibêjim lê min tim roj bi rojan da û heta nuha negot.
Bi baweriya min tu dev ji minaqaşeyên medyaya sosyal berdî tu yê him pir pir rehet bikî, him jî wexta xwe bidî karên baştir, bi fêdetir.
Tu kurdan, civata me baş nas dikî, kurd yekî wek te, ne merivê cepheyekê û serokekî rehet nahêlin, dixwazin li hewa dabarînin.
Heger tu ne mirîdê cepheyekê be, ne şalûz û şelafê serokekî be, tu alimê cîhan be jî, tu ji kurdan ra dermanê çavê kul be jî tu merivekî xerab î, ewê bixwazin te bixun.
Tu merivekî zana ye, gelek karên baş ji destê te tê, tu kanî gelek xebatên baş û mayinde bikî, bi ya min wexta xwe bela sebeb nede van minaqaşeyên bêfêde, bi zirar.
Minaqaşeyên di twîtterê da, di medyaya sosyal da te bêhuzûr dikin, bîna te teng dikin, moralê te xera dikin.
Bala te belav dikin, wexta te heder dikin. Ji bo yekî wek te wext pir muhîm e.
Dibê tu bizanibî çavê dijmin wer li ser te ye. Îmkanên îro ji bo te hene, kane sibe tunebin. Dibê tu van rojên xwe, van îmkanên îro bi şiklekî baştir û bi fêdetir bi kar bînî.
Bi minaqaşeyên medyaya sosyal merivên qurişekî nakin peyvên ne xweş ji te ra dibêjin, heqaretê li te dikin, bêedebyê dikin.
Merivên cahil, mirîd, profakator ne bi edeb in, zirzop û bêexla in.
Êrîşên ser te, buhatan û heqaretên li te dikin min pir nerehet û xemgîn dike. Lê tu nikanî devê kesî bigirî, rexneyên xelkê qedexe bikî, te fikrê xwe got, heqê hinekên din jî heye fikrê xwe bibêje.
Gelek caran tiştên dibêjin ne fikir e, heqaret e, lê axirê dibêjin.
Mistewa wan ew e. Ez zêde dirêj nakim, min xwest fikrê xwe ji te ra bibêjim. Gelek silavên biratiyê Zinarê Xamo 2023-04-25 Stockholm

XXX

Silav Apê Zinar
Gelek kêfxweş bûm bi fikr û pêşnîyazên te. Ji derve û ji dûr ve li xwe nihêrtin, ji bo xwe tevdan û rastkirinê pêwîst e.
Cenabê te ev pêwîstî ji bo min pêk anîye. Minetdar im. Cenabê te baş dizane, travmayên bindestan dijwar û zehmet in.
Em jî wê dijîn. Îcar partî û tevgerên me jî bi wan jehran ketine û bindestîya me zehmettir kirine. Heta belkî ji zordestî û dagirkerîyê dijwartir kirine. Mixabin dema em devê xwe vedikin, ji tirkan bêtir peyrewên partî û serokan xwe dikişkişînin dawa me.
Îcar karê yên wek min zehmettirîn e. Ji ber ne alîgirê tu partîyê me, kesî pişta min bigre tune ye û tev bi hêsanî êrîşî min dikin û hewl didin bi hemî derew û bêbextîyan bêîtîbar bikin.
Dizanim çiqas zehmet e, li hember vê hovîtîyê sekn û mayîn.
Lê mixabin ûjdan û hişê min rê nade, bêjim "cehnemîya wan" û li jîyana xwe ya taybet vegerim, tevlî pêl û rojevên sîyasî û civakî nebim. Ji ber ku miletê me di serdemeke herî krîtîk re derbas dibe û qedera me ya sed salî dîyar dibe. Ji ber em nebin jî, hov û harên partîperestî û dagirkerîyê ji jîyana me dernakevin û bêtir bandorê li qedera me dikin.
Lewma hebûneke bi qedr li meydanê pêwîst û berpirsîyarî dibînim.
Helbet nahêlim pêlên rojane min bidin ber xwe û ji xebat û xwendinên mayînde zêde dûr bixin û etîka zanistê têk bibin.
Ji berê de heya ji min tê li vê xalê pir baldar im û bi ber bayê rikûberî û dijminîyê nakevim, derûna xwe diparêzim, nahêlim kîmîyaya min xirab bike.
Huner û afirandin ji bo vê dermanekî xurt e.
Ji bo dengdana li kolanê amûra herî xurt îro dîjîtal e.
Ji bo girseyên gel û nifşên tên, bi me bihesin û ji berhemên me agahdar bibin rê û wasîte ev e. Bi taybet ji bo yên wek min "serbixwe".
Lewma heger ji vê qadê vekişim wê berhemên min jî neyên bihîstin.
Her wiha ez ê ji êrîşên mirîd û partîperestan jî xilas nebim. Ji ber ku ew bi sîstematîk vê yekê dikin û bêîtîbarkirina fikra serbixwe û azad, erka xwe dibînin.
Rast e, carinan zêde pê de diçim, bawer im ji tehmê derdikeve û dibe ku acizî û dilêşîyê bi hinek xemxwar û xêrxwazan re pêk tînim.
Ji bo vê xemgîn im û hêvîya xweşdîtin û bexşandinê dikim. Hêvîdar im ez ê xwe tev bidim û baldartir bim.
Lê mîna şervanekî roja şer li meydanê, vekişandina ji meydanê weke rev û têkçûnê dibînim û dizanim bi kur ve jî biçim wê şeytanqûnî li dû me bin. Nexwe bi zanîn û afirandinê, heya ji me tê, em ê pêş de biçin, da ku zarokên me û nifşên nû li Kurdayetîyeke bi rûmettir rast bên.
Rêz û hezkirina taybet, ji kûrahîya dil ji bo rûmet û rûsipîyê me apê Zinarê Xamo
Necat Zivingî,

 
25.04.2023
XXX

Gelek sipas ji bo bersîva te, birayê min ê ezîz Bêguman argumentên te rêzkirine gelkî cidî û muhîm in.
Helbet qada medyaya sosyal gelkî muhîm e, heta mimkûn be dibê meriv ji bo miletê xwe bi kar bîne. Dîtinên te yên di vî warî da rast in. Lê hin şelaf û parazît hene meriv nerehet dikin.
Bawerî û biryardariya te ya micadelê û hustunexwarkirina te ya li hemberî zorbatiyê ez gelkî kêfxweş kirim.
Ji bo liberxwedana li hemberî cepheyeke hewqasî mezin(rast, çep, îslamî)îradeyeke pir xurt lazim e. Ez zanim ew bawerî û îrade bi te ra xurt e, lema tu teslîmî zorbatiyê nabî.
Tu çi rast dibînî tu yê wer bikî, ya rast jî ew e. Bimîne di xêr û xweşiyê da Zinarê Xamo 2023-04-25 Stockholm

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar