26 april 2022

Amerîkayê li Kîevê soza şikandina Rûsyayê da Zelenskî

Heyeteke Amerîkayê ya pir bilind, wezîrê karên derve Antony Blinken û wezîrê parastinê Lloyd Austin jî di nav da do ne pêr(24/4) serdana paytexta Ûkraynayê Kîevê kir.

Antony Blînken û Lloyd Austin bi serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî ra civîyan û bi hev ra civîneke presê çêkirin. Herdu wezîrên Amerîkayê soza alîkariya di her warî da, madî û leşkerî dan Zelenskî.


Antony Blînken û Lloyd Austin bi xwe ra gelek sîlehên giran û cebilxane jî biribûn. Herdu wezîran jî gotin alîkariya leşkerî û teknîkî û pisporî ewê dom bike. 

Serdana Antony Blînken û Lloyd Austin ne tenê di warê sembolîk da, di warê siyasî, dîplomatîk û leşkerî da jî gelkî muhîm e, tê wê maneyê Amerîka û NATO hetanî Rûsya di şer da têk biçe ewê tim li pişta Ûkraynayê bin.

Amerîkayê di destpêka şer da jî alîkariya Ûkraynayê kir, lê ne bi vî rengî, nuha xwe baş dayê, ewê hemû îmkanên xwe seferber bike.

Yanî şer êdî ne şerê êdî ne yê Ûkraynayê û Rûsyayê tenê ye, Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê jî di nav da ne, ewê tu carî Ûkraynayê bi tenê nehêlin.

Hetanî Pûtîn li ser hukum be dev ji şer bernade, aştî maştî çê nabe. Ji bo ku şer raweste û aştî çê bibe dibê ya Ûkrayna teslîm bibe û şertên Pûtîn gişan qebûl bike, ya jî dibê Ûkrayna zora Rûsyayê bibe, Rûsya kor poşman û destvala, wek ji Afganîstanê reviya, ji Ûkraynayê bireve.

Pûtîn tu carî viya nake. Wê demê tenê riyek dimîne, ew jî xistin û kuştina Pûtîn e.

Heger rûs Pûtîn nexînin ya jî nekujin şer ewê nasekine, ewê bi salan bajo û di dawiyê da jî ewê Amerîka û Rojava qezenc bike, Rûsya ewê teslîm bibe.

Di Şerê Sar da, di şerê Sîstema Sosyalîst û Amerîkayê, NATOyê û Rojava da Rûsya çawa têk çû, çawa belav bû, teslîm bû, li Ûkraynayê jî ewê eynî tişt were serê Rûsyayê.

Rûsya nikane zora Amerîkayê û Rojava bibe, ev ne mimkûn e. Çerx û dîreksiyona dinyayê di destê Amerîka û Rojava da ye.

Ne di warê aborî da, ne jî di warê leşkerî da ne mimkûn e Rûsya kanibe zora Amerîkayê û Rojava bibe. Pûtîn bi dagirkirina Ûkraynayê welatê xwe perîşan kir, hetanî demeke dirêj jî nikanin pişta xwe rast bikin.

Rûsan ji tarîxa xwe ders negirtine, heger ji Şerê Sar û ji şerê Afganîstanê ders û ibret girtibûna Ûkrayna dagir nedikirin, ev felaketa mezin nedianîn serê xwe û ûkrayniyan.

Dibê Pûtîn bizanîbûya Ûkrayna ne bi tenê ye, Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpay ewê li dagirkirina Ûkraynayê temaşe nekin, ewê destegê bidin Ûkraynayê.


 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE