26 april 2022

Tirk li sê perçên Kurdistanê kurdan mecbûrî koçberiyê dikin

Ev sed sal e tirkên faşîst, xwînxwar welatê me li me kirine zindaneka rastîn; bi rengekî sîstematîk Kurdistanê ji kesên bîrewer, şiyar, zane, kurdperwer vala dikin. Nahêlin di civatê da berdewamî û îstîkrar çê bibe.

Civata kurd tim dikin wek kerîyekî bêşivan. Keriyê bêşivan, bêkûçik gur rehet vê dikevin.

Li gorî xebereje Rûdawê di nav 3 salên dawî da tenê ji Agiriyê û navçeyên wê 30 hezar kesî koçî Amerîkayê, Kanadayê û Ewrûpayê kiriye.

Ji gundê Axadevê tenê 140.145 xort koçî derve kirine. Xortekî bi navê Remezan Daşdemîr gotiye sebebê vê koça mezin ne bêkarî tenê ye, ewlehî tuneye, xort di bin zulmê û zextê da ne, ji ber wê jî însan çareyê di revê da dibînin.

Vê dewleta faşîst, nazîst ji roja ava bûye û vir da ye welatê me, gund û bajarên me li me kirine zindan. Feqîrî, bêkarî jixwe li qirikê ye, însan nikanin debara xwe bikin. Lê ne ew tenê, çi feqîr, çi zengîn, ewlehiya canê însên tuneye. Evy ek jî dibe sebebê koçeke bênabên.

 

XXX

Sedat Ulugana kitêbek bi navê ”Qebûlkirina sûcê efenfiyê xwe/Di tarîxa kurd da liberxwedan û nokerî” nivîsî ye.

Kitêb bi tirkî ye, hêvî dikim kurmanciya wê jî di demeke nêzîk da binivîsîne.

Hevalbendiya bi dijmin ra, xiyanet mijareke pir balkêş e. Bi qasî ez zanim li ser vê mijarê hetanî nuha tu lêkolîn nehatiye kirin. Heger hebe jî ez nizanim.

Bi qasî naskirina leheng û egîdan, naskirina xayinan, hevkarên neyar jî muhîm e, dibê em û zarokên me xayinên tarîxa xwe jî baş nas bikin.

Kitêb ji alî Weşanxxaneya Darave hatiye çapkirin.

 

XXX

Do mahkimeyeke Tirkiyê xwedêgiravî mahkime, ji doza bûyerên Gezîyê cezayê miebetê da Osman Kavala, 7 kes jî her yek bi 18 sal ceza kir.

Tirkiye berê jî ne tu dewlet bû, lê bi îktîdara AKPê ra tam bû dewleteke tiroviro, qeşmer. Dînên kuçan jî ji bo sûcekî derewîn cezayên wiha nade însanan.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE