08 april 2022

Hevalê yê ketî tune

Di siyasetê da, di şer da, di tîcaretê da dema meriv bi ser nekeve her kes sûc dike hustiyê meriv.

Carnan ev hukim rast e, bi rastî jî ji meriv da ye, lê carnan jî biserneketin, wendakirin ne ji meriv da, ji ber hin faktorên der û hundur in.

Di serî da rewş di lehê meriv da ye, meriv li gorî wê hesabê xwe dike, lê dûra ji niş kave rewş diguhere û meriv têk diçe.

Lê hevalên ketiyan kêm in, însan ji kesên têk çûye, wenda kiriye hez nakin.

Ji kurdan ra nuha baş li hev hatiye, di tarîxê da cara pêşî ye ji me ra li hev hatiye, şertên der û hundur di lehê me da ne.

Lê serok û rêberên me nikanin li hev ragirirn, ew feraset, ew zanîn, ew şiûr û ew kapasîte bi wan ra tune, heger hebûya nuha li her çar perçên Kurdistanê jî yekîtiya miletê kurd hebû, li her beşekî bi dehan dengên cihê yên li dijî hev dernediket.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE