08 april 2022

Dilxweşî

Mêrik ji jina xwe ra got:

-Xatûn, hewqas sal in em bi hev ra rociya xwe digrin. Tu dibêjî me kanîbûya Remezana Şerîfa mubarek memnûn û dilxweş bikin?

Jinikê got:

-Malneket ma ev jî gotine! Heger mubarekê memnûn nebûya ma her sal 10 rojan zûtir dihat?

 

Sihor

Ji kalekî torî fikrê wî yê li ser meha Remezanê pirsîn, gotin:

-Seyda, ma tu li ser Remezana mubarek çi difikire?

Kalê torî got:

-Wele ez ji fitarê ra tiştekî nabêjim, lê sihor(paşşîv) jî bikirana dema navrojê ewê gelkî baştir bûya.

 

Dawetnameya fitarê

Paşayekî osmanî di meha remezanê da sifra fitarê radixit û erkanê(mamûrên) wîlayetê û eskerî dawetî fitarê dikir. Di rojeke wiha da piştî ku her kesî fitara xwe vekir û bîstekê sohbet kirin, paşê got:

-Gelî cimatê, de rabin em nimêja xwe ya terawîhê bi hev ra bikin !

Ji nav cimatê zabitekî dawetnameya şevê ji bêrîka xwe derxist, bala xwe dayê, got:

-Ezbenî, di dawetnameya we da fitar tenê heye, nimêj tuneye !

 

Qîmeta dîn

Heso bi rocî bû, germa havînê danê esir bû, roj dirêj in. Li meydaneke Rihayê rûniştibû, bala xwe dida însên, bi bêsebrî li bende fitarê bû.

Di wê nabênê da qefleyek(komek)turîst ji ber derbas bû. Çend heb dageriyan ser dikana mêwefiroş û zebeşekî xwe kirîn, li wir şikandin û li ber çavê Heso xwarin.

Heso xwe ranegirt, çû ba wan, devê xwe kir guhê turîstekî, hêdîka jê ra got:

-Ez qurban, dibê hûn qîmeta dînê xwe baş bizanibin ha! Dînê me ez ji tîna zimanreşî kirime, tu nemeya ji birçîna bixewrim!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE