08 april 2022

Tirkî destarê tirkbûnê ye

Helbet her tiştê meriv bi tirkî dinivîsîne ne xerab e, miheqeq fêde û aliyê baş jî tê da heye.

Lê dibê meriv kar û zirara nivîsîna bi tirkî bide ber hev: Gelo meriv bi kurdî binivîse baş e, ya jî bi tirkî?

Gelo nivîsîna bi kîjan zimanî ji bo me baştir û bi fêdetir e?

Gelo di nivîsîna kîjan zimanî da zirara me heye, di kîjan zimanî da kara me heye ?

Çimkî tirkî, asîmîlasyon êdî li ser hebûna me bûye gefeke mezin. Kurdên bi kurdî nizanibin bi piranî ewê bibibn tirk, jixwe nuha jî bi milyonan bûne tirk. Tirkî destarê tirkbûnê ye, me dihêre, dike tirk.


Em zanin tirkî kurdan asîmîle dike, ji ziman û kultura kurdî dûr dixe, berbî helandinê û tikbûnê ve dibe. Ji wê ye tirk zimanê me serbest nakin, zimanê xwe

Tiştê bi zirar, tiştê zirara wê ji kara wê zêdetir be dibê meriv neke.

 

XXX

Kurdê ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe hez neke bindestiyê rehet qebûl dike, bi dilxweşî dibe hevalê dagirkerên welatê xwe.

Hezkirin esas e, dibê meriv ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez bike. Kurdên bûne hevalên tirkan ji welatê xwe û ji zimanê xwe hez nakin.

XXX

Kurdekî ji Sêwasê di twîtteka xwe da gotiye:

”Li Sêwasê di jimartina nufûsa1927a da 42 hezar kesî kurdî wek zimanê dayika xwe hilbijartiye. Di sala 1965a da ev jimar daketiye 32 hezar î.

Wê demê nufûsa Swêsa 100 hezar bûye…”

Gelo nuha li Swêsê jimara kesên li malê kurdî dipeyivin çiqas e?

Di van 100 salên dawî da tirkan li gelek bajarên me wek Sêwasê kurd helandin, kirin bajarên tirkan.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE