09 april 2022

Hetanî tabeleya bi kurdî jî neyê bi dardekirin dibê kurd neçin li Mizgefta Mezin nimêjê nekin !

Hetanî tabeleya bi kurdî jî neyê bi dardekirin dibê kurd li Diyarbekrê neçin li Mizgefta Mezin nimêjê nekin ! 
Heger bikin bêxîret in, vê heqaretê heq dikin !

Dahîra Dîyaneta Tirkiyê tabêleyeka bi çar ziman li Diyarbekrê bi ser deriyê Mizgefta Mezin ve kiriye. Tabêle bi tirkî, îngilîzî, erebî, rûsî ye, kurdî tune ye.

Li bajarê kurdan, li mizgefta cimata wê sedîsed kurd e tabêleya wê bi îngilîzî, erebî û rûsî ye, lê ne bi kurdî ye.

Maneya vê neyartiya kurda ye, dîyaneta Tirkiyê dibêje hûn kurd neyarên me ne, lema di tabêleyê da em cî nadin zimanê we.

Gotin, gazin pere nake, dibê meriv neçe wê mizgeftê.

Dibê partiyên kurdî giş bi hev ra beyanekê derxin û ji milet ra bibêjin neçin li Mizgefta Mezin nimêjê nekin, dibê ew mizgeft Mezin vala be!

Heger kurd û partiyên wan viya nekin maneya xwe ew tiştê serokê Dîyanetê kiriye rast dibînin, ew misteheqê vê yekê ne.

Kurdê hîn jî here li wê mizgeftê nimêjê bike bêxîret e !

Heger kurd vê nîjadperestiyê, vê neyartiya tirkan rast nabînin dibê êdî neçin li Mizgefta Mezin nimêjê nekin !

 

XXX

Serokatiya Dîyaneta Tirkiyê li Diyarbekrê bi çar zimanan tabeleyên agahdariyê bi ser deriyê Mizgefta Mezin va kirine. Erebî, îngilîzî, rûsî heye lê bi kurdî tune.

Partiyên kurd, Hudapar çima dengê xwe nakin?

Hetanî tabeleya bi kurdî jî bi ser Deriyê Mizgefta Mezin ve neyê bidardakirin dibê kurd neçin lê nimêjê nekin, dibê partiyên kurd bi beyanekê viya ji kurdan bixwazin.

Çûna mizgefteke wiha ne caîz e. Merivê bi xîret dibê vê irqçîtiya tirkan qebûl neke û neçe wê mizgeftê.

Heger here vê irqçîtiya tirkan diparêze, bi heq dibîne. Dibêje em kurd ne layiqî tiştekî ne. Tiştê Dîyanetê kiriye rast e, baş kiriye.

Bêdengiya partiyên kurdî şerm e, dibê ji milet ra tiştekî bibêjin.

Ma partî ji bo çi heye?

Partiyên, rîsipiyên, alimên, ronakbîrên li hemberî vê irqçîtiya tirkan a eşkere dengê xwe nekin pûç e, tu fêda hebûna wan tune ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE