Pismam, îsal ev cara dudya ye ez û Hêvî tên ser gorra te.
Cara berê min meh tevlihev kir, em di 9ê adarê da hatin ser gorra te.
Lê dûra Metîn ji min ra got tu mehekê zû çûye. Şaşiyek xweş bû, em du caran bûn
mîvanê te.
Îro ez û Hêvî dîsa ketin rê, me berê xwe da Strandkyrkogarden. Ji şansê me yê
xerab ra îro berf dibarî û dinya sar bû.
Lê me kincên xwe yên zivistanê li xwe kiribûn, lema berf û serma ne xema me bû.
Me ji kulîlkên nuh yên li ser gorra te fêm kir çend kes berî me hatibûn serdana
te.
Tiştê ecêb, nêrgiza me ya mehek mezin bûbû û hîn li ber kevirê gorra te bû. Me nêrgizek nuh da kêlekê û me xatir ji te xwest.
2022-04-09
Aslan, sal dîsa zû derbas bû, me hew dît 9ê adarê hat jî. Ez
û Hêvî îro dîsa bûn mîvanê te.
Tu rastiyê dixwazî min ji bîr kiribû. Lê do ne pêr, nizanim çawa bû, wek heft
kes ji min ra bibêjin, ”ma qey te ji bîr kiriye, ne dusibe roja wefata Aslan e
!
Min li malpera te li rismên xwe yên kevn nêrî erê tarîx rast e. Pir kêfxweş
bûm.
Min deng li Hêviyê kir, min got, xanim, ma tu zanî tu nemabû me ji bîr
bikira, man e sibe ne dusibe roja wefata Aslan e !
Hêvîyê got, ”wî wele baş bû te got. Bi Xwedê min ji bîr kiribû.”
Heger min ji bîr bikira û îro nehatama ser gorra te, ezê pir xemgîn bbibûma,
minê xwe efû nekira.
Danê nîvro, saet li dor 12a em bi rê ketin. Destpêkê hewa xweş bû, roj hebû. Lê
dûra dinya bû ewr û dinya sae bû. Riya gorristanê û nav gorran(meselan)bûz bû,
meş pir zahmet bû, me bi zorê xwe gîhand ser gorra te.
Salê çûnî hewa xweştir
bû. Berî me hîn kes nehatibû ser gorra te, çimkî kulîlkên nuh tunebûn.
Bêyî me çend xerîbên din jî li ser gorrên miriyên xwe bûn. Kulîlk dadanîn ser
goran, dora gorran paqij dikirin. Dayikek jî bi ser gorra miriyê xwe da
digriya.
Malbatekê ser gorra miriyê xwe(ji rismim wer xuya bû xortek bû)kiribû bexçê gul
û çîçekan.
Li dora gorrê hesin çikandibûn, çîçek bi hesin ve kriribûn û dora gorrê jî tije
kulîlkên rengo-rengo bûn.
Min ji Hêviyê ra got, wer xuya ye gorra lawê wan e, rismê lîwik pir xort xuya
dikir. Belkî jî di xortaniya xwe da hatibû kuştin. Min bala xwe da malbatê, min
got ya ereb e, ya kurd e, durfê wan pê diket.
Min dixwest îsal hin xeberên xweş ji te ra bînim, ji bo ku kêda te were. Lê çi
heyf sal bi sal, xwezî bi par, îsal ji par xerabtir e.
Halê me kurdan li her
çar perçên Kurdistanê jî ne xweş e, ne diyar e sibe li başûr û rojavayê
Kurdistanê ewê çi were serê kurdan.
Li van herddu beşan jî kurd hîn ne li hev
in, hîn yekîtiya xwe çênekirine û gelek caran jî gorrên hev dikolin. Dema rewş
wiha be xelkî, welatên mezin jî alîkariya serxwebûna me nakin.
Amerîka, Fransa
pir dixwaze li başûr kurd yekîtiya xwe çêkin, lê çênakin. Hêzekê pişta xwe
sipartiye Tirkiyê, yekê jî sipartiye Îranê.
Lê her ku diçe mile tji wan bêzar
dibe, bi sedhezaran kurd ji başûr reviyane derve, li ser sînêrên
Belarûsê-Polanyayê, li Yûnanîstanê, li Balakanan, li Tirkiyê, li Fransayê di
halekî pir perîşanda ne.
Sebebê vê koçberaiya bi sedhezaran hukûmeta Kuristana
Başûr e, partiyên desthilat e, xelk pir bêhêvî kirine, lema jî însan welatê xwe
diterikînin û bi çolan dikevin.
Di nav salekê da belkî bi sedan kurd di riyên koçberiyê da mirin.
Li Kurdistana Rojayê jî PYD û ENKSê gelşên nabêna xwe hîn çareser nekirine. Bi
baweriya min sebebê vê jî di nava ENKSê merivên Tirkiyê pir hin, Tirkiye nahêle
li Rojava yekîtiya kurdan çê bibe. Heta merivên Tirkiyê di nav ENKSê hebin ENKS
nabe hêzeke netewî û bi PYDê ra gelşên xwe çareser nake.
Wekî din jî li herêma me rewş gelkî ne xweş e.
Ji 24ê sibatê da ye Rûsyayê êrîş
bir ser Ûkraynayê û şerekî pir mezin û xwînî dest pê kir. Rûsyayê gelek bajar
wêran kirin, ji herdu aliyan bi hezaran însan hatine kuştin. Nêzî 3 milyon însa
ji Ûkraynayê koçber bûne.
Di vê sar û sermayê û berfê da Pûtînê dîn xelk
perîşan kiriye. Gelek dewlet ketin nabênê lê Pûtîn qebûl nake, ji bo
rawestandina şer çar şertan dide pêş. Dibêje gerek Ûkrayna qebûl bike
Qirim ya me ye û serxwebûna du herêmên
din jî qebûl bike û tu carî nekeve NATOyê.
Hevdîtin berdewam in lê lihevkirin pir zor xuya dike. Çimkî tiştê Pûtîn dixwaze
ne hindik e, Ûkrayna ewê qebûl neke.
Lema jî şer kane hîn firetir bibe û dirêj bajo. Hêvî dikim NATO jî tevî tevî
şer nebe, heger tevê bibe kane bibe şerê cîhanê yê sisiya.
Tiştekî din ez ji te ra qal bikin tune ye. Ev çend sal in ez naçim welêt,
newêrim herim. Nêta min heye îsal herim lê min hîn biryara xwe nedaye.
Te por zû xatir ji me xwest. Hêvîyê bala xwe da kefirê gorra te, got heger sax
ba nuha 70 salî bû. Min got erê, ez du salan jê mestir im. Di 49 salîya xwe da
te xatir ji me û ji dinyayê xwest û te got êdî bes e, bi xatirê we. Lê pir zû
bû, bi vê wefata zû te gelek nas, dost û hevalê xwe xemgîn kir, em hîn û hîn jî
fêrî mirina te nebûne.
Xwezî tu nuha di nava me da bûya, ezê bihata ma ba te û
emê hetanî destê sibehan têketana gewriya hev. Lê xweş bû, sebra min û zarokan
bi te dihat. Lê te ez li vî welatê xerîb bi tenê hîştim. De bi xatirê te, hêvî
dikim salê tê bi xberên xweş werim serdana te.
2022-03-09
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar