NOT:
Do min belavkirina notên xwe yên rojane ji bîr kir. Dema hat bîra min çend deqe ji 12ê şevê bihurîbûn. Lema jî min bîranînên xwe yên 9ê nîsanê di 10ê nîsanê da belav kir. Bi hêvîya hûn li qusûra min nenêrin.
Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-04-09
Komîta lêkolînê bi nûnerên Komîteya Ewrûpayê ra civînek çê kir. Civîn li mala me bû. Ez û Seîd Aydugmuş li ser axaftina Hemreş Reşo gelkî ketin gewriya hev. Seîd ew gotinên li ser axaftina Hemreş Reşo ji min ra gotibû di civînê da jî dubare kir, li wan gotinên xwe xwedî derket. Min jî ew rexne kir. Lê me tiştek nexist serê hev.
1996-04-09
Ji roja pênşemiyê virda ye dewletê bi hêzeke mezin êrîş
biriye ser PKKê. Li gorî xebera Namik Durukan, heta nuha 99 gerîla û 27 esker
hatine kuştin.
Li gorî xeberên telewîzyona Swêd jî 102 gerîla û 30 esker hatine kuştin.
heger ev xeber rast be ev cara pêşî ye dewlet hewqas gerîla di şerekî da
dikuje. Hêvî dikim derew be.
Tiştê xuya dike hevsarê hukûmetê di destê eskeran da ye û siyaseta wan jî
domandina şer e.
Ez bi xwe bawer nakim ev hukûmet kanibe ji emrê eskeran derkeve û siyaseteke li dijî wan bimeşîne. Tiştê xuya dike kî tê ser hukim ferq nake, siyaseta wan berdewamiya şer e.
XXX
1997-04-09
Qey bextê min e, Elîşêr(Zîya Avcî)vê carê jî Şerefname xist hustuyê min. Dibê
ez wê jî bixwînim û rast bikim. Hêja ye, lê pir e, ewê gelek wexta min bigire.
Esas ev karê weşanxaneyê ye, dibê weşanxane bide redaktekirin. Lê li ba me kurdan
ev yekhîn bi pêş neketiye. Lema kitêbên çap dibin tije şaşî ne.
Xwedêgiravî minê Hindik-Rindikên xwe temam bikira. Bêyî wê weregereke swêdî jî
di destê min da heye, min digot belkî ez biqedînim.
Salek berê min ji Firat Cewerî ra got ez dixwazim romana Josteîn Gaarder, ”Sofies värld”(Dinya
Sofîeyê) ji swêdî wergerînim kurmancî.
Got pir baş e, heger tu wergerînî ez çap bikim. Lê me tu biryar neda.
Îro ji min ra nameyek şandiye, gotiye vaye min dest bi wergera wê kiriye. Heger
tu bixwazî em kanin bi hev ra wergerînin. Lê di ser da jî gotiye, ”jixwe sê sal
berê min biryar dabû wê wergerînim.”
Ev ne rast e, însan çi çavnebar e yaho!
Dema min jê ra got tiştekî wiha negot, got heger tu wergerînî ez çap bikim.
Ezê pêşniyara wî, wergera bi hev ra qebûl nekim. Heger ez tenê wergerînim ezê
qebûl bikim, wekî din qebûl nakim. Du sitîl, ziman nakeve serê min, dibê werger
yek be.
XXX
1999-04-09
*Meaşê min 285 kron zêde bû, bû 14200 kron. Min hîn zêde hêvî
dikir. Bi vî meaşî meriv ne birçî dimîne û ne jî rindikî têr dixwe, wek dibêjin
“qût û layemût.”
*Şerê NATo û Sirbîstanê roj bi roj gurrtir dibe. Êrîşên Nato bi
qasî Sirban zirarê dide me jî.
Dunya bi vî şerî da ketiye û tirk jî bi kêfa xwe terora xwe didomînin. Li
seranserê Kurdistanê û Tirkiyê li hember HDPê teroreke mezin dimeşînin, nahêlin
bi rehetî bigerin û propaganda xwe bikin.
Her roj bi sedan kesî digrin bin çavan. Medîa tirk gişan qela xwe kirine yek,
kes qala êrîşên dewletê nake, hemû xebrên wan li ser şerê Kosovayê ye.
Tunebûna telewîzyona MEDê pişta kurdan şikand. Ez bawer dikim heta du sê rojan
ewê biryara ITCê eşkere bibe.
XXX
2000-04-09
Îbrahîm Ahmed şevê çûnî li Londonê di heyştê û şeş(86) saliya
xwe da çû rahmetê.
Îbrahîm Ahmed di van 86 salên jiyana xwe da bû şahidê gelek
bûyer û tarajediyên mezin û di hinan da jî wek şexs rol lîst. Pir diwest berî
mirina xwe heger ne Kurdistaneke serbixwe û azad be jî bi kêmasî dewleteke kurd
bibîne.
Lê çavê felekê kor be ev yek nekir qismetê wî.
Tirsa min ew e ev hesret bi min ra jî here gorrê. Her çiqas li gor do, îro ez bêtir bi hêhvî me jî lê ev tirs her tim di dilê min da heye.
XXX
2014-04-09
Wê rojê kurdekî ji Kurdistana Rojhilat di Facebookê da gotibû gelek kurdên
rojhilat jî bi farisî dinivîsi. Min digot yên bi farisî dinivîsin belkî pir hindik in. Lema min xwest bizanibim ev yek rast e ya na?
Min got ez ji Behroz Şûcaî bipirsim, nuha ew baş zane.
Merheba kek Behrooz!
Wê rojê kurdekî Kurdistana Rojhilat gotibû gelek kurdên rojhilat jî bi farisî
dinivîsin, gelek nivîskarên faris yên herî bi nav û deng kurd in û navê çend
nivîskaran jî dabû. Gelo ev rast e? Lê ez nuha wê nivîsa wî nabînim. Min tiştek
li ser vê meselê nivîsî. Gelo wexta te heye di vî warî da tu me agahdar bikî?
Ya tiştekî di binê nivîsa min(FB) da binivîse ya jî li vir.. Gelek silavên biratiyê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar