10 april 2022

Dibê em navê welatê xwe sansor nekin !

Mahkima Cezayê Giran a Xarpêtê di biryara xwe da gotiye ”bijî Kurdistan !” ne sûc e, azadiya beyana fikrî ye.

Ji bo ku mamosteyê zanîngeha Ferêt Hifzullah Kutum gotibû “Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be û bijî Kurdistan !” jê ra 5 sal hefs dihat xwestin, ev gotinên wî wek propaganda ”rêxistina terorê” dihat dîtin.
Mahkima Cezayê Giran a Xarpêtê ev îdîa dozger qebûl nekiriye û Hifzullah Kutum berat kiriye.
Ji bo ku kurd navê welatê xwe hilnedin tirk her metodê bikar tînin. Çi heyf di vî warî da baş bi ser ketine.

Helbet di van gotinên Hifzullah Kutum da, di navê Kurdistanê da ”sûc” tune ye, doza ji bo van gotinan zorbatî ye.

Lê li gel vê jî ev biryara mahkima Xarpêtê baş e, dibê ne çend siyasetmedar tenê, bi hezaran, bi milyonan kurd navê Kurdistanê, bijî Kurdistan tim bi kar bînin.

Dema bi milyonan însan bibêjin dewleta tirk nikane tiştekî bike. Dibê em bi serbestî navê welatê xwe bibêjin, sansora navê Kurdistanê ne rast e, gerek meriv vê tawîzê nede tirkan û dewleta wan.

XXX

Zirtebozekî tirkê bi navê ”Gurkan Akbal di twîtteke xwe da gotiye:

”Me dîaspora êrmenî çawa bêtesîr kir dema wexta wê were emê dîaspora kurd jî bêtesîr bikin. Emê wan bimelisînin, bifetisînin.”

Tirkiye ji zûda ye bi destê merv û sîxurên xwe vê xebatê dike. Dibê haya kurdan ji vê xebat û armanca Tirkiyê hebe.

Tirkiye ji xebatên dîaspora kurd gelkî nerehet e, vî faşîstê zirzop jî ev gotiye.

 

XXX


Dibê li ciyê rehetiyê em nekevin pêsîra hev, dilê hev nehêlin, neyartiya hev nekin. Rexne dibê bi maqûlî, bi termînolojiyeke siyasî were kirin, heqaret, buhtan, reşkirin ne xweş e, meriv dike neyarên hev.
Fikrê me ne yek be jî wek ferdên miletekî bindest, wek kesên welatparêz dibê em xêra hev bixwazin, ji hev hez bikin. Heger em ne dost û dilxwazên hev bin, heger em xêra hev nexwazin xelkê xerîb ewê qet nexwaze. Ji bo ku dewletên mezin alîkariya me bikin dibê partiyên me, siyasetmedarên me li hev bin, neyartiya hev nekin. Gava xelk bibîne em bi tifaq in, em xêra hev dixwazin ewê jî alîkariya me bikin. Bêtifaqî, berberî di zirame me gişan da ye, dostên me kêm dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE